Rojnameyên erebî cih da meseleya avê ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de

Rojnameyên erebî yên îro behsa tevgerên dewletên Ereban ên li hember Sûriyeyê û têkiliyên Iraq-Tirkiyeyê kir.

Rojnameyên erebî cih da meseleya avê ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de
22 adar, 2023   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rewşa Sûriyeyê de nivîsî: “Duh wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen Sefedî ragihand ku ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyeyê re, însiyatîfek dest pê dike.

Piştî hevdîtina wî bi nûnerê NY`yê yê Sûriyeyê Geir Pedersen re ya li Emanê, Sefedî daxuyand ku însiyatîf li ser esasê diyaloga siyasî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û şaxên wê yên ewlehî û siyasî ye û got: “Di vê mijarê de bi NY`ê re koordîne heye. Dê xebatên mirovî ji bo mexdûrên erdhejê jî di nava xwe de bigire.”

Her wiha destnîşan kir ku di hevdîtinê de rola hêzên erebî di însiyatîfê de û dema ragihandina wê hatiye nîqaşkirin.”

‘ERDOGAN JI SÛDANÎ RE: ZÊDEKIRINA AVA DÎCLEYÊ LI HEMBER HEVKARIYA LI DIJÎ KURDAN'

Rojnameya El Ereb jî der barê rewşa Iraqê de nivîsî: “Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan û serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî hevdîtin kir. Erdogan qebûl kir ku para Iraqê ji ava Dîcleyê heta mehekê bê zêdekirin, bi şertê ku li dijî Kurdan hevkariyê bikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê û serokwezîrê Iraqê civîneke çapemeniyê li dar xist. Erdogan di civînê de got: “Ji bo alîkarîdayîna Iraqê me biryar da ku miqdara ava Dîcleyê heta mehekê zêdetir bikin.” Lê diyar e ku miqdara zêdekirina avê, ne wekî Sûdanî hêvî dikir bû. Nexasim ku li Iraqê pêleke berfireh a hişkesaliyê heye, bandor li çandiniyê kiriye.

Çavdêr dibêjin ku ev daxwaz dê bihêle ku Iraq bibe şirîkê şerê li dijî Kurdan, her wiha di pêşerojê de dê rê li pêşiya daxwazên vekişandina hêzên Tirkiyeyê ji bakurê Iraqê bigire.”

(cx)