​​​​​​​Îsraîlê careke din êrişî Balafirgeha Helebê kir

Îsraîlê careke din Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê bombebaran kir. Di nava mehekê de ev cara duyemîn e ku Îsraîl êrişî balafirgehê dike.

​​​​​​​Îsraîlê careke din êrişî Balafirgeha Helebê kir
22 adar, 2023   07:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), vê berbangê balafirên Îsraîlê careke din Balafirgeha Helebê û depoyeke çekan a komên alîgirên Îranê ya li nêzî balafirgehê kirin hedef. Di encamê de balafirgeh bi demkî ji xizmetê derket.

Medyaya hikumeta Şamê jî ragihand ku saet derdora 03:55`an Îsraîlê bi moeşkan li derdora balafirgeha Helebê êrişa hewayî pêk aniye û hin zirarên madî çêbûne.

Di Adarê de ev cara duyemîn e û ji destpêka îsal ve jî ev cara 6`emîn e ku Îsraîl êrişî Balafirgeha Helebê dike.

Di 7`ê Adarê de, Îsraîlê li dijî balafirgehê êrişa moşekan pêk anîbû û balafirgeh bi temamî ji ximzetê derketibû. Di êrişê de yek jê efser, 3 kes hatibûn kuştin.

(cx)