​​​​​​​Ji bo 9 şehîdên QSD`ê merasîmeke biheybet tê lidarxistin

9 şervanên QSD`ê yên 15`ê Adarê di qezaya helîkopterê de li Başûrê Kurdistanê şehîd bûbûn, îro li bajarê Hesekê bi merasîmek biheybet tên oxirkirin.

​​​​​​​Ji bo 9 şehîdên QSD`ê merasîmeke biheybet tê lidarxistin
22 adar, 2023   07:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran şêniyên herêmên Cizîrê, Firatê, Dêrazor, Reqa û Minbicê berê xwe didin bajarê Hesekê da ku beşdarî merasîma oxirkirina şervanên QSD`ê bibin. Tê payîn ku girseya gel saet di 11:00`an de li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Sarya ya li taxa Xiwêran kom bibe û ji wir cenazeyên şehîdan bibin Stada Serdem.

Li wir ji bo şehîdan dê merasîmeke girseyî bê lidarxistin.

Tê payîn ku li ser navê Fermandariya Giştî ya QSD`ê, saziyên fermî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên Koalîsyona Navneteweyî, axaftin çêbin.

15`ê Adarê, 9 şervanên Yekîneyên Antîterorê (YAT) dema ku berê xwe dida bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê di qezaya helîkopterê de şehîd bûbûn.

Piştî peywendiyan, QSD`ê cenazeyên şervanan ji Başûr anîn.

(cx)

ANHA