​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Iraqê bi qismî qanûna hilbijartinan hat erêkirin

Rojnameyên erebî yên îro behsa guhertina qanûna hilbijartinan a Iraqê, rewşa Sûdanê û hişkesaliya li Somaliyê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Iraqê bi qismî qanûna hilbijartinan hat erêkirin
21 adar, 2023   07:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rojeva Iraqê de nivîsî: “Meclisa Nûneran a Iraqê di saetên destpêkê yên roja duşemê de hin bendên girêdayî guhertina qanûna hilbijartinên Meclisa Nûneran û Meclisa Parêzgeh û Qezayan xistin dengdanê. Di dengdanê de zêdetirî 70 parlamenterên serbixwe û blokên biçûk, her wiha Bloka Sedr a ji parlamentoyê derketiye jî li dijî qanûnê îtîraz kirin.

Tevî hemû hewldanên blokan jî, bi taybet bloka hêzên Çarçoveya Hemahengiyê ya şîe ji bo dengdana li ser bendên guhertinê jî, lê belê ji ber nakokiyên li ser detayên din, ew hewldan bi ser neketin. Lê belê hin bendên qanûnê hatin erêkirin, bendên mayî jî heta şemiya bê hatin taloqkirin.”

ʹHEWLDANÊN ÇARESERIYA SIYASÎ YA SUPRÎZ ASTENGIYÊN NÛ DATÎNE PÊŞIYA SÛDANÊʹ

Der barê rojeva Sûdanê de rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Hewldanên çareseriya siyasî ya li Sûdanê ber bi gavên suprîz ve diçin. Pê re demeke nêzîk hatiye diyarkirin da ku lihevkirina dawî were îmzekirin, destûr were erêkirin û saziyên desthilatê di nava çend rojan de werin avakirin.

Ev pêşkeftina nû gelek pirs der barê pîvanên wê de derxistin holê; gelo dê hêzên sivîl û leşkerî bikarin sozên xwe bi cih bînin an na? Ji ber ku ezmûnên Sûdanê yên berê yên dema proseya damezirandina rêgezên pêvajoya derbasbûnê hewcedarî demên dirêj bû.

Roja yekşemê, berdevkê proseya siyasî li Sûdanê Xalid Omer Yûsif ragihand ku îmzekirina lihevkirina siyasî ya dawîn dê di destpêka meha Nîsanê de pêk were, destûra derbasbûnê jî di 6ʹê heman mehê de be û di 11ʹê mehê de dê saziyên hikumetê werin avakirin.

Piştî civîneke şêwirê ya bi beşdariya aliyên îmzekerên lihevkirinê û aliyên navneteweyî yên ku piştgiriya wê dikin, Xalid Omer got lihevkirineke li ser avakirina komîteya reşnivîsê çêbû. Komîte ji 9 kesayetên ji pêkhateya sivîl, nûnerekî artêşê û destwerdana lezgîn pêk tê. Komîte dê ji duşemê heya 27ʹê Adarê dest bi karê xwe bike.

Hêzên ku peymana çarçoveyî îmze kiriye, bi dayîna hin erkên meclisa qanûnsaz dixwazin hêzên derve razî bikin. Eger temsîleke baş a wan hêzên di desthilata rêveber de tune be, ev yek jî dê cihê gumanê be. Ji ber vê yekê dê hikumeta bê li ber zehmetiyên cuda be ku zehmet e di rewşeke wiha de derbas bike, nemaze hêzên ciwanan lihevkirinê red dikin.

Nivîskar û şirovekarê siyasî Mihemed El Esbat ji El Ereb re got hêmana surprîz nîşana gumanan li ser serkeftina proseya siyasî ye, ne mimkûn e ku artêş ji desthilatê vekişe û piştî 4 salan ji alozî û nîqaşan ji meclisa navendî vekişîne. Dema kurt ezmûneke pratîk ji bo pêbawerî û hevrêziya lihevhatina siyasî ye.”

‘DI SALEKÊ DE JI BER HIŞKESALIYÊ LI SOMALIYÊ 43 HEZAR KESÎ JIYANA XWE JI DEST DA’

Rojnameya El Beyan têkildarî aloziya hişkesaliyê li Somaliyê nivîsî: “Duh lêkolîneran got sala borî ji ber pêla hişkesaliyê ya domdar li Somaliyê, 43 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye. Her wiha desntîşan kirin ku nîvê kesên jiyana xwe ji dest daye, zarokên kêmî 5 saliyê ne.”

Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ku ji ber nebarîna baranê 5 salan li ser hev, pêdiviya 17 milyon welatiyên Somaliyê bi alîkariyan çêbûye.”

(cx, bb)