​​​​​​​Meşaleyên Newrozê şeva Qendîlê ronî kir 

Ciwanên ji şevê din ve ji bo pîrozbahiya Newrozê çûn Qendîlê, mi meşeke meşaleyî şeva Qendîlê ronî kir. 

​​​​​​​Meşaleyên Newrozê şeva Qendîlê ronî kir 
21 adar, 2023   05:45
QENDÎL

Li Başûrê Kurdistanê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê ji bajar û navçeya bi hezaran kesan ji duh ve bere xwe daye Qendîlê.

Welatiyên ku li vir şeva xwe derbas kirin, dest bi pîrozbahiyan kir û li ser girên derdorê agir pê xistin.

Ciwanan jî bi meşeke meşaleyî şeva Qendîlê ronî kir.