Tevî hawaya sar bi hezaran kes berê xwe didin Qendîlê

Piştî ku duh bi şev li ser girên li Qendîlê agirê Newrozê hat gurkirin, ji saetên zû yên sibehê de bi hezaran kes berê xwe didin qada pîrozbahiyê.

Tevî hawaya sar bi hezaran kes berê xwe didin Qendîlê
21 adar, 2023   07:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Cihê pîrozbahiyê bi alên Tevgera Rizgariya Kurdistanê û rengên kesk, sor û zer hatiye xemilandin.

Li dika Newrozê jî wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, sembola Newrozê şehîd Mazlûm Dogan û canogriyên azadiyê hatine daliqandin.

Tevî hawaya sar jî niha bi hezaran kes li qada Newrozê kom bûne û herikîna ber bi cihê şahiyê ve didome.

Tê payîn ku Newroz Qendîlê saet di 11:00’an de dest pê bike.

Li gorî bernameya pîrozbahiyê, wê peyamên sazî û rêxistinên Kurdan bên xwendin û dê gelek hunermend tevlî pîrozbahiyê bibin.

Duh bi şev jî bi hezaran kes ji her aliyê Başûrê Kurdistanê ji bo tevlî Newrozê bibin, bi cil û bergên xwe yên neteweyî berê xwe dabûn Qendîlê û li ser giran agirê Newrozê pê xistibûn.

(cx)