​​​​​​​Şêniyên Kobanê 379 şehîdên meha Sibat û Adarê bi bîr anîn

Şêniyên Kantona Kobanê 379 şehîdên di mehên Sibat û Adarê de şehîd bûne bi pêxistina mûm li ser gorên wan ên di Goristana Şehîd Dîcle de bi bîr anîn.

​​​​​​​Şêniyên Kobanê 379 şehîdên meha Sibat û Adarê bi bîr anîn
20 adar, 2023   18:35
KOBANÊ

Merasîma bîranîna şehîdan bi beşdariya şêniyên Kobanê, endamên saziyên sivîl, leşkerî yên Herêma Firatê û pêxistina agirê Newrozê li Goristana Şehîd Dîcle dest pê kir.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û hemû şehîd bi bîr anîn. Eyşe Newroz li gelên herêmê pîroz kir.

Eyşe wiha axivî: “Ev roja bêhempa di dîroka gelê Kurd de, roja Rêber Abdullah Ocalan e ku bi saya wî em ji tariyê derketin. Bi fikr û felsefeya xwe û şehîd Mezlûm Dogan bi giyanê xwe roja me ronî kir.”

Eyşe rola leheng a gerîla li çiyayên Kurdistanê ji bo parastina gelan silav kir.

Di dawiya merasîmê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

(şx)

ANHA