Li Goristan Şehîd Xebat Dêrik ji bo Newrozê mûm hatin pêxistin

Bi wesîleya Newrozê bi dehan şêniyên bajarê Dêrikê, navçe û gundewarên wê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik agirê Newrozê dadan û mûm li ser gorên şehîdan pêxist.

Li Goristan Şehîd Xebat Dêrik ji bo Newrozê mûm hatin pêxistin
Li Goristan Şehîd Xebat Dêrik ji bo Newrozê mûm hatin pêxistin
Li Goristan Şehîd Xebat Dêrik ji bo Newrozê mûm hatin pêxistin
Li Goristan Şehîd Xebat Dêrik ji bo Newrozê mûm hatin pêxistin
20 adar, 2023   18:22
QAMIŞLO

Şêniyên Dêrikê, bajarokê Rimêlan û bajarokê Girkê Legê bi wesîleya Cejna Newrozê berê xwe dan Goristana Şehîd Xebat Dêrik û mûm li ser gorên şehîdan pêxist.

Bi dehan şênî berê xwe dan goristanê. Destpêkê dayikên şehîdan agirê Newrozê li ber deriyê goristanê pêxist. Dayikan stranên şoreşerî gotin û diruşmên “Newroz pîroz be”, “Bijî Serok APO”  û “ Jin Jiyan Azad” berz kirin. Piştre berê xwe dan goristanê û li ser gorên şehîdan mûm pê xistin.

Dûre şêniyên Dêrikê çûn çerxerêya Şehîd Beyrem û agirê Newrozê pêxist û govend gerandin.

(dg/şx)

ANHA