​​​​​​​Di şeva Newrozê de dagirkeran komkujiyek li Cindirêsê pêk anî

Ji ber ku agirê Newrozê li ser bane mala xwe dadan, 4 welatiyan li Cindirêsê bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

​​​​​​​Di şeva Newrozê de dagirkeran komkujiyek li Cindirêsê pêk anî
20 adar, 2023   18:43
ŞEHBA

Çavkaniyên xwecih ragihandin ku çeteyên Ehrar El Şerqiye gule li welatiyên Cindirêsê berandin ji ber ku agirê Newrozê li ser banê mala xwe dadan. Di encamê de 4 kesan jiyana xwe dest dan.

Li gorî çavkaniyan çeteyan rasterast gule li welatiyan berandin ku agirê Newrozê li ser banê mala xwe ya di kolana 16`an de dadan. Li gor çavkaniyan navên welatiyan wiha ne: Ferhan Osman (43), Îsmaîl Osman (38), Mihemed Îsmaîl Osman (18) û Mihemed Osman (42).

Heman çavkaniyan da zanîn ku bi sedan şêniyên Efrînê li pêşiya Nexweşxaneya Leşkerî ya dewleta Tirk a li navçeya Cindirêsê kom bûne ji ber ku nexweşxane cenazeyan radest nake.

(şx)