Çirûskên agirê Newrozê gir û kolanên Amûdê xemilandin

Şêniyên Amûdê bi cil û bergên netewî, gir û kolanên Amûdê bi agirê Newrozê xemilandin.

Çirûskên agirê Newrozê gir û kolanên Amûdê xemilandin
Çirûskên agirê Newrozê gir û kolanên Amûdê xemilandin
Çirûskên agirê Newrozê gir û kolanên Amûdê xemilandin
Çirûskên agirê Newrozê gir û kolanên Amûdê xemilandin
Çirûskên agirê Newrozê gir û kolanên Amûdê xemilandin
Çirûskên agirê Newrozê gir û kolanên Amûdê xemilandin
20 adar, 2023   18:19
 QAMİŞLO

Şêniyên Amûdê bi cil û bergên netewî, gir û kolanên Amûdê bi agirê Newrozê  geş kirin û bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” Cejna Newrozê li Rêber Apo pîroz kirin.

Her wiha sloganên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û “Bijî Newroz”  berz kirin.

Di seatên êvarê de girseya gel, endamên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî berê xwe dan girê Şermola û agirê  Newrozê  pê xistin. Li ser girê Şermola bi meşaleyan navê Newrozê û Rêber Apo  nivisîn.

Şêniyên li dora agir û li ber stranên Newrozê govend gerandin.

(he/şx)

ANHA