Hemleya dar çandinê li Şehbayê didome

Di çarçoveya hemleya dar çandinê de, li kantona Efrîn û Şehbayê 700 dar hatin çandin.

Hemleya dar çandinê li Şehbayê didome
Hemleya dar çandinê li Şehbayê didome
Hemleya dar çandinê li Şehbayê didome
Hemleya dar çandinê li Şehbayê didome
20 adar, 2023   12:26
ŞEHBA

Şaredariya Gel û Desteya Aborî û Çandiniyê yên girêdayî kantona Efrîn û Şehbayê di 16`ê Adarê (2023) de dest bi hemleya çandina daran kiribû.

Di çarçoveya hemleyê de, îro li herdu aliyên rêya navçeya Ehdas-Kampa Serdem ji aliyê sazî û şêniyên kantonê ve 700 dar hatin çandin.

Berpirsên hemleyê dan zanîn ku dê hemleya çandina daran heta 4`ê Nîsanê dewam bike, di çarçoveya wê de dê l tevahî gund û navçeyan nêzî 8 hezar dar bên çandin.

(zş/cx)

ANHA