Hejmara qurbaniyên Erdhejan derket 50 hezar û 96 kesan

Hejmara kesên ku di erdhejên li bajarê Mereş ê Bakûrê Kurdistanê pêk hatibûn de jiyana xwe ji dest dane derket 50 hezar û 96 kesan.

Hejmara qurbaniyên Erdhejan derket 50 hezar û 96 kesan
20 adar, 2023   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Di 6 Sibata 2023’yan de li navçeya Bazarcix a bajarê Mereşê yê erdhejek bi pîleya 7.8 pêk hatibû. Piştî 9 saetan jî li navçeya Ekînozu ya Mereşê erdhejek din a bi pîleya 7.5 pêk hatibûn. Erdhejan li Bakûrê Kurdistanê, Tirkiye û Suriye û herêmên Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê rê li ber windahiyên canî û hilweşandinan vekiribû.

Di ser erdhejan de zêdetirî mehek û nîv derbas bûn, lê hîn jî gelek kes di bin xirbeyan de ne yan jî rewşa wan nediyar e. Lewma hejmara qurbaniyan jî her roj diguhere.

Li gorî rayedarên desthilatdariya Tirkiyeyê ku di van erdhejan de gelekî hat rexnekirin û gel pir zêde hêrs bûye, hejmara qurbaniyan derket 50 hezar û 96 kesan. Hejmara birîndaran jî wekî 107 hezar û 204 hat diyarkirin.