Li bendeke kontrolê ya hikumeta Şamê mayinek teqiya

Li Derayê li bendeke kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê mayineke ku çekdarên nenas çandibû, teqiya.

Li bendeke kontrolê ya hikumeta Şamê mayinek teqiya
20 adar, 2023   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li benda kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê ya li ser rêya di navbera bajarê Casim û bajarokê Nemir ê li bakurê Derayê de mayinek teqiya ku kesên nenas danîbû.

Piştî teqînê, di navbera leşkerên li benda kontrolê û çekdaran de şer derket. Çekdarên nenas piştre ji cihê bûyerê reviyan.

(cx)