Rojnameyên erebî cih da serdana Esed a ji Îmaratê re

Rojnameyên erebî yên îro behsa serdana Esed bo Îmaratê û rewşa koma Îxwan El Muslimîn kir.

Rojnameyên erebî cih da serdana Esed a ji Îmaratê re
20 adar, 2023   07:34
NAEVNDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rewşa Sûriyeyê de wiha nivîsî: “Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan û serokê Sûriyeyê Beşa Esed duh li Ebû Dabiyê, dan û standin kirin û hevkariya her du welatan, xebatên hevbeş ji bo pêkanîna berjewendiyên wan û hin dosyayên xwedî girîngiyeke hevpar nîqaş kirin.

Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan di destpêka dan û standinên li Koşka Weten de, Esed pêşwazî kir û ji bo qurbaniyên erdhejê hevxemiya xwe nîşan da.

Al Nehyan diyar kir ku wî bi Esed re xurtkirina hevkarî û koordîneyê di dosyayên ji bo xizmeta îstiqrar û pêşketina li Sûriye û herêmê de nîqaş kiriye.

Esed duh tevî hevsera xwe Esmaa Esed serdana Îmaratê kir û li balafirgeha serokatiyê ya li Ebû Dabî ji aliyê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan ve hat pêşwazîkirin.

Wezîrê aboriyê û bazirganiya derve Samir Xelîl, wezîrê kar û barên serokkomariyê Mansûr Ezzam, wezîrê ragihandinê Butrus Helaq, alîkarê wezîrê karên derve Eymen Sosan û berpirsê kar û barên balyozxaneya Sûriyeyê li Ebû Dabî Xesam Ebas jî bi Esed re serdana Îmaratê dikin.”

‘KOMA ÎXWAN MÎSYONA VESAZKIRINA RÊXISTINÊ LI ROJAVA, DISPÊRE CIWANAN’

Têkildarî tevgerên Îxwan El Muslimîn, rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Rêxistina navneteweyî ya Îxwan El Muslimîn xwest xwe ji nû ve ava bike, dixwaze ciwanên li hin welatên rojava yên xwedî 2 nasnameyan bigihîne asta fermandariyê. Ev yek rûyê lawaz û nakok nîşan dide.

Armanc ji ragihandina vê pêngava dawîn ew e ku komê ji nû ve çalak bike da ku nîşaneyên nûjen û fikirên azad ên li gorî pîvanên rojavayî derkevin. Di vê yekê de xwe dispêre ciwanên xwedî nasnameyên biyanî û misirî.

Zarokên rêveberên Îxwan El Muslimîn ên li rojava dijîn, di nava baskên ciwanan ên çalak de yên ku rola wan di pevçûnên heyî de heye, ne xwediyê hêza hebûn û bandorê ne. Zarokên Îxwanan girêdayî nêzîkatiya tundraw in. Endamên wê yên kemalîstan in anku tevgera ku ji aliyê damezirînerê komîteyên taybet ên çekdar Mihemed Kemal ve hatiye avakirin. Mihemed Kemal di sala 1998’an de di şerê li dijî Misirê de hatiye kuştin.”

(cx,bb)

ANHA