Şêniyên Efrînê: Em ê Berxwedana Serdemê mezin bikin û dagirkeriyê tune bikin

Bi hezaran koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê bi dirûşma “Em dê Berxwedana Serdemê mezin bikin û dagirkeriyê tune bikin” daketin kolanan û diyar kir ku hêzên navneteweyî û Meclisa Ewlehiyê berpirsên sûcên dagirkeriya Tirk ên li Efrînê ne.

18 adar, 2023   12:30
ŞEHBA

Di salvegera 5`an a dagirkirina Efrînê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, Meclisa Kantona Efrînê û Şehbayê bi tevlêbûna bi hezaran koçberan û şêniyên Şehbayê meşek li dar xist.

Girseya gel li ser rêya sereke ya di navbera gundê Herbel û Um Hoşê yên Şehbayê de kom bû, şaxên zeytûnê, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, wêneyên komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrîn û Şehbayê pêk anîne, pankartên “Em dê berxwedana serdemê mezin bikin û dê dagirkeriyê tune bikin”, “Efrîn a me ye û dê ya me be”, “Em tên Efrîn, bi giyanê berxwedanê dê terorê têk bibin” hildan.

Piştî ku girseya gihaşt rêya sereke ya di navbera gundê Til Qirah û Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê de, meş veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de, endamê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Silêman Cafer axivî û şehîdên li Başûrê Kurdistanê şehîd bûne, bi bîr anîn.

Cafer îşaret bi armancên dewleta Tirk a dagirker kir û got: “Dewleta Tirk hewl dide ku împeratoriya osmanî vejîne û Mîsaqî Millî pêk bîne.”

Her wiha Cafer destnîşan kir ku berxwedana koçberên Efrînê ya ji 5 salan ve li Şehbayê berdewam e, misogeriya rizgarkirina Efrînê ye.

Cafer bal kişand ser hewldanên gelek hêzan kir û wiha axivî: “Rûsya û hikumeta Şamê dixwazin koçberên Efrînê ji Şehbayê derkevin. Lê divê em têkoşîn û berxwedanê mezin bikin. Li rex Hêzên Rizgarkirina Efrînê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bibim, ji bo ku Efrîn rizgar bibe û em lê vegerin.”

Cafer bang li hikumeta Şamê kir ku fişarê li hêzên navneteweyî bikin da ku dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyeyê derxin û serdestî û yekitiya wê biparêzin.

Di mîtîngê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Fatme Cemo axivî û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Efrînê û xwezaya wê şermezar kirin.

Fatme got hêzên navneteweyî û Meclisa Ewlehiyê berpirsên van sûcan in û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker li ber çavên cîhanê û Meclisa Ewlehiyê sûcan pêk tîne. Bi bêdengiya xwe bûn şirîkê dagirkeran ku sûcên qirkirinê li dijî kantona dagirkirî pêk tîne.”

Fatme destnîşan kir ku ew şopdarên berxwedana li hember siyasetên dagirkeriyê ne ta ku Efrîn û tevahî xaka Sûriyeyê tê rizgarkirin.

(şx)

ANHA