Gelo dê hêzên lîbyayî bikarin El Debîbe dûr bixin?

Di demekê de ku lihevkirina Meclisa Dewletê û Meclisa Nûneran li ser rêgezên destûra hilbijartinan hêviya çareseriyê dabû lîbyayiyan. El Debîbe ragihand ku bêyî pêkanîna referanduma gel ew ê destûrekê red bike, ruxmî ku ev yek li dijî Peymana Cinêvê ya têkildarî çareserkirina aloziya Lîbyayê ye.

Gelo dê hêzên lîbyayî bikarin El Debîbe dûr bixin?
17 adar, 2023   03:33
QAHÎRE - MUHSIN EL MESRÎ

Di pîrozbahiyekê de ku beriya çend rojan li dar ketibû, serokê hikumeta Wehda El Weteniye Ebdulhemîd El Debîbe amaje bi vê yekê kir ku heke parlamento û meclisa dewletê li ser çêkirina hin guhertinan di destûra nû de li hev bikin jî ew ê mîsyonê radestî hikumeta nû neke. El Debîbe got: “Ji bo hilbijartinan her bingeheke destûrî divê bi referandumeke gel re were pêşkêşkirin.”

Gelek aliyên lîbyayî nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên El Debîbe da û ew tawanbar kir ku bi çi şêwazî be naxwaze dev ji desthilatê berde û guh nade rewşa tevlihev a li welat.

Serokê Meclisa Dewletê Xalid El Meşrî bi tundî bersiv da El Debîbe û xwest ku El Debîbe di hilbijartinên bê de nebe namzet.

Li gorî çavdêran, daxuyaniyên El Debîbe yên ku piştevaniyê ji dewleta Tirk digire, hewldaneke ji bo ku bi çekdarên milîs û çeteyên biyanî heta demeke dirêj li ser desthilatê bimîne.

‘DI BIN NAVÊ HILBIJARTINAN DE DESTHILATÊ PARVE DIKIN’

Lêkolînerê kar û barên Lîbyayê Elaa El Farûq ji ANHAʹyê re axivî û got, El Debîbe dixwaze şerê xwe yê bi meclisên nûneran û dewletê re, veguhêze şerê di navbera her du meclisan û gel de da ku pişta xwe bi hêrsa gel xurt bike û di encamê de her du meclisan tengav bike.

El Farûq îşaret bi aliyê qanûnî jî kir û da zanîn ku tu têkiliyên El Debîbe an hikumeta wî bi destûra bingehîn an jî guhertina destûra dawîn a bi navê guhertina 13ʹan tune ye û got, ji ber ku ew desthilata rêveber e ku ji bo armancên diyarker ên ku di nexşerêya li Cinêvê de hatiye îmzekirin, hatiye.

Li gorî El Farûq, El Debîbe hewl dide hebûna xwe di hemû dosyayên taybet ên bi proseya hilbijartinan de ferz bike da ku ji namzetiya serokatiyê neyê dûrxistin û got: “El Debîbe dixwaze hilbijartin pêk were, lê bi garantiya ku ew û hin aliyên hevrikên wî yên li rojava mîna El Meşrî û her namzetekî piştevahê şepêla siyasî jê neyên dûrxistin. Bi kurtî, El Debîbe dixwaze bi nixumandina hilbijartinan desthilatê parve bike.”

Lêkolîner El Farûq îhtîmala vegera şer li Lîbyayê dûr xist û sedema vê yekê spart nêzîkbûna mezin û bi lez a di navbera artêşên li rojhilat û rojava de, her wiha spart hewldanên civata navneteweyî yên rêgirtina li ber şerekî çekdarî.

Elaa El Farûq balkişand ser însiyatîfa Batîlî jî got: “Ev însiyatîf tevahî alî tev li hev kir, nemaze ku meclisa serokatî hevkarekî stratejîk ê vê pêngavê ye û hewl dide serokatiyê bi kar bîne da ku zextê li El Debîbe û her du meclisan bike.”

‘PIŞTA XWE BI MILÎSAN XURT DIKE’

El Farûq anî ziman ku El Debîbe pişta xwe bi 2 jêderan xurt dike û wiha pê de çû: “Jêdera yekemîn derve ye, heta niha hikumeta wî di qada navneteweyî de tê naskirin. Jêdera duyemîn jî qada hundirîn e, ji ber ku El Debîbe Banka Navendî û piraniya komên çekdar ên li Terablus û Misratayê kontrol dike.”

Têkildarî têkiliyên El Debîbe bi dewleta Tirk re, Elaa El Farûq da zanîn ku têkiliyên El Debîbe û Enqere ne wekî berê ne, lê ji bo hevsengiyan tenê dewam dike. Her wiha îşaret pê kir ku piraniya milîsên li Lîbyayê piştgiriyê didin hikumeta El Debîbe, ew pere dide wan û bandorê li wan dike.

MAYÎNA LI SER DESTHILATÊ

Çalakvanê lîbyayî Ebdullah El Dîbanî jî ji ANHAʹyê re axivî û got daxuyaniyên Ebdulhemîd El Debîbe heta astekê henek û ne cidî ne û got tu têkiliyên van daxuyaniyan bi rewşê yan jî qanûnê tune ne.

El Dîbanî anî ziman ku El Debîbe dixwaze aloziya Lîbyayê dewam bike û nakokiyan di navbera Meclisa Nûneran û Meclisa Dewletê de gur bike da ku hebûna xwe li ser desthilatê mayînde bike.

Ebdullah El Dîbanî îşaret pê kir ku li gel tevgerên navneteweyî yên parastina agirbestê, vegera şer li Lîbyayê dûr e û got: “El Debîbe hewl dide hestê welatiyên Lîbyayê bilivîne û xwe wek kesekî welatparêz ê yekane yê ku hewl dide aramî li Lîbyayê pêk were, nîşan bide. Lê ya li ser erdê xuya bû, El Debîbe hewl dide heta demeke dirêjtir li ser desthilatê bimîne.”

(bb)

ANHA