​​​​​​​Bajarê aştiyê bûye cihê pêxwasan

“Dagirkeran hemû nîşaneyên Efrînê guhertin û kirin cihekî kavilkirî, tarî û zilmê.” Bi van gotinan jina bi navê Cîhan Îsa behsa rewşa Efrînê ya di bin dagirkeriyê dike.

​​​​​​​Bajarê aştiyê bûye cihê pêxwasan
16 adar, 2023   23:34
HELEB- NESRÎN ŞÊXO

Ji ber êrişên dagirkirinê yên hovane û sûcên dermirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê, şêniyên Efrînê di 18ʹê Adara 2018ʹan de ji warê xwe koçber bûn.

Jina bi navê Cîhan Îsa piştî dagirkirina Efrînê, ji warê xwe derket û bi îdiayên ku digotin Efrîn ewle bûye, hat xapandin û di Nîsana 2018ʹan de dîsa vegeriya Efrînê. Piştî derewên wan îdiayan dît û nas kir ku Efrîn ewle nebûye û sûcên dermirovî dewam dikin, piştî 6 mehan dîsa ji Efrînê derket.

FERQA BERÎ Û PIŞTÎ DAGIRKIRINÊ

Cîhan Îsa mîna piraniya niştecihên herêmê li Efrînê bi aramî û ewlehî dijiya  û tiştek li ser şer nedizanî ji ber ku dûrî wê bû.

Cîhan Îsa diyar kir ku ew ji jiyana xwe ya li Efrînê ya berî dagirkirinê razî bû û got: "Di 20ʹê Çileya 2018ʹan, asîmanê kantonê bi balafiran tijî bû. Şênî mamtmayî ma ji be ku beriya niha tiştekî wisa neqewimî bû. Li vir pêvajoya aştiyê bi dawî bû."

Cîhan bi bîr xist ku şêniyan 58 rojan bi sebir, hêz û îrade û bi hemû hêza xwe li hemberî êrişan sekinîn, lê dewleta Tirk a dagirker hemû cûreyên çekên pêşketî, yên nûjen û balafirên şer bi kar anîn û Efrîn dagir kir.

Ji destpêka êrişên dagirkirinê yên li ser Efrînê ve, dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê sûcên herî hovane li dijî xelkê Efrînê pêk anîn. Di 16ʹê Adara 2018ʹan de artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî nexweşxaneya Avrîn bombebaran kir û komkujiyek pêk anî. Di encamê de 47 şehîd û birîndar çêbûn.

JI BER PROPAGANDAYAN VEGERIYA

Cîhan Îsa da zanîn ku tu niyeta wê ya derketina ji Efrînê tune bû, lê ji ber hovîtiya dagirekran, di nav de komkujiya 16ʹê Adara 2018ʹan biryara derketinê da. Cîhan Îsa got: "Piştî êrişa dagirkeriyê êdî rewş li herêmê gelekî zehmet bû. Ji ber vê yekê me biryara koçberiyê da, lê rihê me hîna bi wir ve girêdayî ye."

Cîhan diyar kir ku piştî belavbûna propagendayên ku Efrînê aram bûye û çete elaqeya xwe bi şêniyan nayînin biryara vegerê da. Cîhan got: "Lê piştî vegeriyam rewş diyar bû, nîşaneyên Efrînê hatin guhertin, tiştek wekî xwe nema. Efrîn bû bajarekî kavilkirî ku tenê dengê zilm û tariyê jê tê."

Cîhan Îsa bal kişand ser sûcên dagirkeran jî û wiha pê de çû: "Çete li ser diziyê û parvekirina serwetan şer dikin. Digirin ser malan û dîkanan û wan talan dikin, milkên welatiyan wekî erebe û tiştên din didizin. Revandin jî bûye tiştekî rojane li gel wan."

BÎLANÇOYA 5 SALAN A REVANDINÊ

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, ji destpêka dagirkirina Efrînê heta sala 2021ʹê de, zêdetirî 8 hezar kes hatine revandin, aqubeta piraniya revandiyan nayê zanîn.

Bi sedan kes jî li beramberî dayîna fidiyê hatine revandin. Di sala 2022ʹyan de, di nav de 49 jin û zarok, bi giştî 578 kes hatin revandin. Di meha Çileyê ya sala 2023ʹyan de 30 kes û di meha Sibata borî de zêdetir 36 kes, di nav de 6 jin hatin revandin.

ROJANE ŞER DIQEWIME

Cîhan Îsa tehmula jiyanê ya di bin dagirkeriyê de tehemul nekir û di nava 6 mehan de mala xwe guhert. Cîhan got: "Em li ser dengê guleyan şiyar dibûn."

Cîhan anî ziman ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl didin çanda kurdî ya Efrînê asîmîle bikin û wiha domand: "Çeteyan cilên ku ew dixwazin li me ferz dikirin. Ji serî heta tiliya ling reş bû. Armanca wan ji vê yekê çanda Kurdan asîmîle bikin û Kurd bibin mîna wan. Mîna hovan bû, rêyê wan dirêj bû, şeklê wan ne yê xêrê bû. Piraniya wan pêxwas bûn.”

Cîhan serpêhatiya cîraneke xwe jî parve kir û got: "Cîrana me ya mala wê li beramberî mala me xwedî dikaneke biçûk bû ku debara xwe û ya kurê xwe yê li dikanê kar dikir, dayika xwe ya bi temen û bavê xwe ji dikanê peyda dikir. Çeteyan çavê xwe berdan rizqê wê yê biçûk û wê bi tiştekî tawanbar kir da ku milkê wê ji xwe re helal bikin. Çeteyan kurê wê yê ciwan ê bê guneh revandin û tiştek di diknanê de nehiştin."

Cîhan Îsa diyar kir ku dema li Efrîna dagirkirî derbas kir yên herî dijwar bû û got: "Ev dibe 6 sal em nêzî Efrîna dagirkirî ne. Hêviya min a vegerê qut nebûye. Em ji Efrînê derketin, lê Efrîn ji rihê me derneket."

(bb)

ANHA