​​​​​​​Li dijî Îsraîl, baviksalarî û nîjadperestiyê têkoşîna jinên filistînî

Jinên filistînî bi rêbazên cuda tê dikoşin da ku mafên xwe li hember kiryarên desthilata Îsraîlê, civaka baviksalar û nîjadperestiya civakî wergirin.

​​​​​​​Li dijî Îsraîl, baviksalarî û nîjadperestiyê têkoşîna jinên filistînî
17 adar, 2023   00:47
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Jinên filistînî hevkarên bingehîn ê biryardayînê ne û beşeke xebatên avakirin, zanîn, wêje û çalakiyan in, ji lew re di her çalakiyekê de beşdar e.

Mafên wan ne tenê li gel wergirtina garantiya jiyana ewle ku desthilata Îsraîlê binpê kiriye, lê belê jin di şerê rizgarkirina xak û mirovan de modeleke berxwedanê pêşkêş dikin û bandorên rewşa aborî ji wan re nabin asteng.

Nêzî sînorê Xezayê jinên filistînî bi hemû hêza xwe alîkariya malbata xwe li hember zehmetiya jiyanê ya ji ber dorpêça Îsraîlê dikin. Di çandiniyê de dixebitin da ku debara malbata xwe bikin.

Jinên filistînî li kêleka debara malbatê, li dijî Îsraîlê li ber xwe didin û tê dikoşin û destekê didin tevgera dîlgirtiyên di girtîgehên Îsraîlê de.

Jinên berxwedêr li hember rewşên aborî yên zehmet piştevanên malbata xwe bûn û bûn dibistaneke berxwedanê û nifşên berxwedêr di 75 salên rageşiyê de perwerde kirin.

Çalakger Eble Seidat, hevjîna sekreterê giştî yê Eniya Gel ê dîlgirtî Ehmed Seîdan, got: "Jin û dîlgirtî di têkoşîna Filistînê de xeleka navendî ne û rojeva sereke ya gelê Filistînê ne. Hemû beşên jinan li kêleka dîlgirtiyan û jinên dîlgirtî û têkoşîna wan disekinin."

Li aliyekî din jî, endama sekreteriya giştî ya Yekitiya Giştî ya Jinan Rîme Nezal got: "29 jin di girtîgehên Îsraîlê de girtî ne, di nav de dayik û zarok hene. Her wiha dîlgirtiyên jin ên nexweş hene, ji wan Îsra Ceabîs e.”

Hîna jinên filistînî êşên çandî û civakî di nava civaka Filistînê de dikişînin.

Li dijî jinan hîna bi tevahî şêweyan tundî heye, bêyî ku tu tedbîr werin girtin. Projeya qanûna parastina malbatê ji tundiyê, ji 15 salan ve di cihê xwe de ye.

Jin êşên nîjadperestiyê dikişînin û hîna zewicandina zarokên keçîn ji aliyê qanûnê ve tê ruxsetkirin. Ew yek li gorî qanûna Filistînê ya Zarokan û Peymana Mafên Zarokan tê binpêkirin.

Desthilata Filistînê jî her tim li hember rêxistinên civaka sivîl ên Filistînê ye, bi taybet rêxistinên jinan.

(fr)

ANHA