​​​​​​​Hesen Koçer: Bêdengiya li hember sûcên dewleta Tirk berdewamiya komploya li dijî Sûriyeyê ye

Cîgirê hevseroketiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer diyar kir ku bêdengiya navnetweyî li hember sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê, berdewamiya komploya li dijî Sûriyeyê ye.

​​​​​​​Hesen Koçer: Bêdengiya li hember sûcên dewleta Tirk berdewamiya komploya li dijî Sûriyeyê ye
16 adar, 2023   19:49
 ŞEHBA

Hesen Koçer bi rêya Zoomê tev li panela ku nivîsgeha têkiliyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk a kantonên Efrîn û Şehbayê li dar xistiye, bû.

Koçer di destpêka axaftina xwe de pesna berxwedana şêniyên Efrînê yên li Şehbayê di kamp û malên wêranbûyî de, da û got: "Çend roj din, salvegera dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ye."

Koçer da zanîn ku komploya li dijî kantona Efrînê pêk hatiye berdewamiya komploya qirêj a li dijî Sûriyeyê ye.

Koçer anî ziman ku 5 sal derbas bûn û dewleta Tirk bi rêya çeteyan sûcên xwe wek revandina welatiyan, kuştin û destserkirina mal û milkan, didomîne. Her wiha rêxistin û dewletên ku qaşo bi mirovahiyê bang dikin li hember van sûcan bêdeng mane.

Hesen Koçer destnîşan kir ku bêdengiya navnetweyî ya li hember van sûcan, rê li ber dewleta Tirk vekir ku projeya guhertina demografîk dewam bike.

DEREWA ŞERÊ ÇETEYÊN DAIŞ'Ê

Wiha domand: “Hemû dewletên ku şerê DAIŞ’ê dikin dibînin ku dewleta Tirk a dagirker alîgira herî mezin a çeteyên DAIŞ’ê lo bakirê Sûriyeyê ye, her wiha li Îdlibê ya li ber sînorê dewleta Tirk a dagirker gelek serçetetên DAIŞ’ê di serî de serçeteyê bi navê Ebû Bekir El Bexdadî hatin kuştin”.

Koçer wiha zêde kir: “Ev komploya li dijî gelê Sûriyeyê bi armanca pêkanîna xewnên Osmanî ye, me ev yek jî di Lîbya û Sûriye û gelek deverên din dîtin. Rûsya jî wek ku li Efrînê kir, tenê li gor berjewendiyên xwe tevdigere û ew amade ye ji bo berjewendiyên xwe li Ukraynayê tevahiya Sûriyeyê bifiroşe”.

HEDEFGIRTINA PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Der barê civînên di navbera dewleta Tirk a dagirker, Sûriye û Rûsyayê de Koçer got: "Ev civîn tev li ser bingeha hedefgirtin û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser in, encamên van civînan jî di vê dawiyê de eşkere bûn, nexasim belavkirina şerê taybet di nav gel de û çalakkirina şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê û hedefgirtina erebeyan bi rêya balafirên şer ên bêmirov, em jî dizanin ku beşek ji qada hewayî ya Sûriyeyê di destê koalîsyona navneteweyî û beşek din jî di destê Rûsyayê de ye. Herdu alî jî sûdê ji van siyasetan digirin".

'DAGIRKIRINA BAKURÊ SÛRIYEYÊ DAGIRKIRINA ŞAMÊ YE'

Koçer wiha li axaftina xwe zêde kir: "Eger dewleta Tirk a dagirker bakurê Sûriyeyê bi giştî dagir bike wê demê Şam jî dê biçe, gelê bakurê Sûriyeyê jî van planan baş nas dike û ew amade wan têk bibe".

Koçer destnîşan kir ku hikûmeta Şamê û Rûsya me bi parçekirina Sûriyeyê tawanbar dike, eger em wiha ne wê demê çima dewleta Tirk a dagirker Serêkanî û Girêspî dagir kir. Eger gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember planên dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ'ê li ber xwe nedaba, wê demê me yê parçekirina Sûriyeyê bidîta wek ku em niha li deverên dagirkirî dibînin

Koçer wiha pê de çû: “Me alîkarî ji bo deverên ji ber erdhejê zirardîtî şandin lê belê ew alîlarî li Minbicê man û hikûmeta Şamê rê neda wan ku derbasî wan herêman bibin.”

Di dawiya axaftina xwe de Koçer destnîşan kir ku berxwedana şêniyên Efrînê ya li kamp û malên wêranbûyî hemû planên dagirkeriyê têk birin. 

(dm,mh/şx)

ANHA