Panela MSD`ê ya li Şehbayê bi encamnameyekê bi dawî bû

Di beşa duyemîn a panela MSD`ê ya li Şehbayê hatiye lidarxistin de, beşdaran bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku sûcên dagirkeran li herêmên dagirkirî eşkere bikin û ew sûc bê ceza nehêlin.

Panela MSD`ê ya li Şehbayê bi encamnameyekê bi dawî bû
16 adar, 2023   17:09
ŞEHBA

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di salvegera 5'emîn a dagirkirina Efrînê de paneleke diyalogê bi navê "Di salvegera 5'emîn a dagirkirina Efrînê û tunebûna asoyên çareseriyê de", li dar xist.

Di beşa duyemîn a panelê de Hevserokê MSD`ê Emîne Omer bi rêya Zoomê tev lê panelê bû.

Emîne Omer got: "Di şexsê şehîdên Helebçeyê de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Ji bo erdheja ku li Tirkiyê pêk hatiye û bandor li Sûriyayê kiriye û di encamê de gelek însan jiyan xwe ji dest dan. Divê me pirsgirêkên xwe bidana aliyekê û alîkariya gel bihata kirin. Li aliyekî alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê hatin şandin lê li ser rêya diman, ruxmî ku Rêveberiya Xweser alîkarî şandin lê nehiştin ku ev alîkarî bigihêjin mexdûran."

Piştî wê beşda duyemîn a panelê ji hêla endama Partiya Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyayê Cemal Kalo ve hate birêvebirin û got dewleta Tirk û çetyên wê  şêniyên resen ji cih û warên wan koçber dikin û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih dikin.”

Kalo diyar kir ku ji ber erdhejê, gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da û alîkarî ji mexdûran re hatin şandin, lê dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê nehiştin ev alîkarî bigihêjin mexdûrên erdhejê li herêmên dagirkirî, Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê.

Bi rêya Zoom siyasetmadarê ji Laziqiyeyê Mihemed Îsa, siyasetmedarê ji  Şamê Hisên Yunis û Rêveberiya Komeleya Laîk a Sûriyayê Dr.Îlyaas Mîlanî beşdar bûn û der bara erdhejê de nêrînên xwe parve kirin.

Her sêyan destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî guhertina demografiyê pêk tînin.

Her wiha panal bi encamanemyekê dawî bû ;

-Rizagkirina Efrînê erkeke mirovî ye, pêwîst e bê rizgar kirin, ne tenê Efrîn divê tevahî herêmên dagirkirî bên rizgarkirin û şêniyên resen vegerin cih û warên xwe.

-Divê plana Edene ya sala 1989`an bê bidawîkirin.

-Divê Hikmeta Şamê xwe tevahî herêmên dagirkirî rizgar bike.

-Divê Hikmeta Şamê bi Rêvberiya Xweser re têkeve nava têkiliyan û rêya çareseriyê bê dîtin.

-Divê dewletên ku alîkariya dewleta Tirk û çeteyên wê kirin li xwe vegerin û dest ji van kiryarên ku li dijî gelan tê kirin bidin seknadin.

-Pêwîst e rêxistinên mafên mirovan kiryarên ku li herêmên dagirkirî tê kirin, eşkere bikin û ev sûc bê hesab nehêlin.

-Divê Hikmeta Şamê dorpêça li ser Şehba ,Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dawî bike.

(zş/şx)

ANHA