Rêveberiya Xweser û PYD'ê beşdarî merasîma salvegera 35'an a Helebçeyê bûn

Şandeyeke nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye û PYD'ê ya Başûrê Kurdistanê tev li merasîma salvegera 35'an a bombebarankirina Helebçeyê bi çekên kîmyawî, bûn.

Rêveberiya Xweser û PYD'ê beşdarî merasîma salvegera 35'an a Helebçeyê bûn
16 adar, 2023   16:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Başûrê Kurdistanê li ser medya dijîtal parve kiriye bi navê Rojava şandeyek nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji nûnera Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd, endamê Desteya Rêveberiyê Fetihallh Hisênî pêk hat. Şandeyê bi koordîneya nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ku ji nûnerê partiyê Cawîdan Hesen, endama têkiliyan Bêrîvan Mihemed pêk tê, îro tev li merasîma salvegera 35'an a bombebarankirina Helebçeyê bi çekên kîmyawî ji aliyê rêjîma baasî ya Iraqê, bûn.

Şandeya Rojava kulîlk danîn ser gora şehîdan a Goristana Mezin a bajarê Helebçeyê, paşê serdana peykerê li bajêr kirin û beşên tê de şopandin.

Şandeyê bi vê boneyê nameyek radestî berpirsên merasîmê kir.

Di nameyê de hate gotin:"Bi navê Rojava em xelkê bajarê Helebçeyê û gelê Kurd pîroz dikin ku Helebçe bû parêzgeha 19`an a Komara Iraqê. Dibe ku ev beşeke biçûk be ji bo dabînkirina êşa vî bajarî ku mirov, dar û kevirê xwe feda kir da ku Iraq ji pergala dîktatorî veguhere pergaleke federalî.”

(dm/şx)

ANHA