​​​​​​​Şandeya ji Belçîkayê bi Rêveberiya Xweser re civiya

Şandeya ji Belçîkayê hatiye, bi Desteya Serokatî ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civiya.

​​​​​​​Şandeya ji Belçîkayê bi Rêveberiya Xweser re civiya
12 adar, 2023   20:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ku malpera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parve kiriye, şandeya ji Belçîkayê hatiye bi Desteya Serokatî ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civiya.

Şandeya ji şaredarên Belçîka, siyasetmedar û rojnamevanan pêk tê, duh serdana stasyonên avê yên li Hesekê û kampên Waşûkanî û Serêkaniyê kiribû.

Di hevdîtinê de rewşa Rêveberiya Xweser di aliyê aborî û xizmetguzarî de û astengiyên li herêmê hatin nîqaşkirin.

Her wiha behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, hedefkirina navendên xizmetguzarî û binsaziya herêmê û qutkirina ava Çemê Firatê li ser Sûriye û Iraqê hatin kirin.

Şandeyê spasiya Rêveberiya Xweser kir û got, ew ê hewl bide têkiliyan di navbera şaredariyên Belçîka û yên Rêveberiya Xweser de xurt bikin.

(bb)