Şandeyeke tevgerên jinan ên Skoçyayê serdana Koordînasyona Jinan kir

Ji tevgerên jinan ên Skoçyayê, şandeyekê serdana Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Şandeyeke tevgerên jinan ên Skoçyayê serdana Koordînasyona Jinan kir
12 adar, 2023   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Di nûçeya malpera Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate gotin, şandeyeke tevgerên jinan ên  Skoçyayê serdana koordînasyonê kir.

Hate diyarkirin ku armanca serdanê naskirina sîstema Rêveberiya Xweser, sîstema jinê ya di nava Rêveberiya Xweser de, rêzikname û qanûnên taybet ên bi jinan e.

Li gorî nûçeyê, di serdanê de karên Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hêmanên ku ser kar dike û projeyên aborî hatin nîqaşkirin.

Şandeyê pesnê tecrûbeya Rêveberiya Xweser û sîstema hevserokatiyê da. Her wiha diyar kir ku divê hevkarî di navbera tevgerên femînîst de were xurtkirin da ku rewşa jinan were başkirin û edalet û wekhevî werin mîsogerkirin.

(bb)