Bi daxuyanî û lîstika futbolê şehîdên serhildanê bi bîr anîn

Di çarçoveya çalakiyên bîranîna şehîdên Serhildana 12'ê Adarê de, Yekitiya Werzîşê ya bajarê Reqayê maçeke futbolê di navbera tîmên Reqa û Tebqayê de organize kir.

Bi daxuyanî û lîstika futbolê şehîdên serhildanê bi bîr anîn
Bi daxuyanî û lîstika futbolê şehîdên serhildanê bi bîr anîn
Bi daxuyanî û lîstika futbolê şehîdên serhildanê bi bîr anîn
Bi daxuyanî û lîstika futbolê şehîdên serhildanê bi bîr anîn
Bi daxuyanî û lîstika futbolê şehîdên serhildanê bi bîr anîn
Bi daxuyanî û lîstika futbolê şehîdên serhildanê bi bîr anîn
Bi daxuyanî û lîstika futbolê şehîdên serhildanê bi bîr anîn
12 adar, 2023   17:22
REQA

Maç bi amadebûna şêniyên Reqayê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Ciwan û Werzîşê û Yekitiya Werzîşê ya Reqayê hat lidarxistin.

Berî ku maç dest pê bike hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê Mezlûm Hemo der barê komkujiya ku hikumeta Şamê li dijî gelê Kurd pêk anîbû de daxuyaniyek  xwend.

Mezlûm Hemo diyar kir ku rejîma Şamê hîna dev ji hişmendiya xwe ya şovenist bernedaye û hîn jî siyasetên înkarkirina neteweyên din û xistina cudahiyê di nav pêkhateyên gelê Sûriyê de dide meşandin.

Hemo anî ziman ku Serhildana 12'ê Adarê ne tenê hêrsa gel bû, lê serhildaneke rastî bû ku ji Qamişlo dest pê kir û li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Heleb û Şamê belav bû û li seranserî cîhanê jî deng veda.

Hemo destnîşan kir ku Serhildana 12'ê Adarê bingeha Şoreşa 19'ê Tîrmehê bû û bi bîr xist ku piştî 12'ê Adarê gelê Sûriyê dîwarê tirsê şikand, berê xwe da qadan û banga azadiyê û pêkanîna demokrasiyê kir.

Di dawiya daxuyaniyê de Hemo got: "Em di rojeke wek îro de şehîdên Serhildana 12'ê Adarê û tevahiya şehîdên azadiyê bi bîr tînin û soza şopandina rêya wan û pêşxistina hevgirtina di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de didin."

Piştre, maça di navbera tîmên Reqa û Tebqayê de dest pê kir. Tîma Reqayê bi 4 nuqteyan li beramberî 2 bi ser ket.

Hevseroketiya Komîteya Ciwan û Werzîşê, Meclisa Sivîl a Reqayê û hevseroketiya Komîteya Xweparastinê ya Reqayê herdu lîstikvanên herdu tîman xelat kirin.

 (mh)

ANHA