​​​​​​​Meclis û partiyên siyasî şehîdên Serhildana 12'ê Adarê bi bîr anîn

Meclisên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyan şehîdên Serhildana 12ʹê Adarê bi bîr anîn û gotin, ew ê têkoşîna li hemberî hemû cûreyên zilm û destpotiyê berdewam bikin û projeya rêveberiya xweseriya demokratîk biparêzin.

​​​​​​​Meclis û partiyên siyasî şehîdên Serhildana 12'ê Adarê bi bîr anîn
​​​​​​​Meclis û partiyên siyasî şehîdên Serhildana 12'ê Adarê bi bîr anîn
​​​​​​​Meclis û partiyên siyasî şehîdên Serhildana 12'ê Adarê bi bîr anîn
​​​​​​​Meclis û partiyên siyasî şehîdên Serhildana 12'ê Adarê bi bîr anîn
​​​​​​​Meclis û partiyên siyasî şehîdên Serhildana 12'ê Adarê bi bîr anîn
​​​​​​​Meclis û partiyên siyasî şehîdên Serhildana 12'ê Adarê bi bîr anîn
​​​​​​​Meclis û partiyên siyasî şehîdên Serhildana 12'ê Adarê bi bîr anîn
12 adar, 2023   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya salvegera 19'emîn a komkujî û Serhildana 12'ê Adarê ya Qamişlo de, Meclisa Sivîl a Dêrazorê, partiyên siyasî yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Meclisa Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê daxuyaniyên cuda dan.

HELEB

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tOAWKrAcIiI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Partiyên siyasî yên Helebê bi daxuyaniyekê şehîdên Serhildana 12'ê Adarê ya Qamişlo bi bîr anîn. Daxuyanî bi beşdariya nûnerên Meclisa Giştî, Kongra Star, Komîteya Rûspiyan, MSD'ê û Meclisa Jinan a Sûriyeyê li pêşiya hola Telêt Heleb a rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê hate dayîn. Endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Sara Xelîl û endamê Komîteya Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Menan Cafer daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanc ji komkujiyê derxistina fîtneyê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de û rêgirtina li ber çareseriyên demokratîk ji bo pirsgirêka kurdî bû.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Serhildana 12'ê Adarê yek ji bingehên şoreşa gelê Sûriyê bû û hate gotin: "Rejîma Sûriye û hin kesayetên ku navê opozîsyonê li xwe dikin berpirsên rewşa heyî ya Sûriyeyê ne. Divê ev alî siyasetên xwe yên destpotî yên şovenîst û navendî yên li dijî hêviyên gelan ên guhertin û demokrasiyê biguherin."

DÊRAZOR

Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi daxuyaniyekê komkujiya  12ʹê Adarê ya Qamişlo şermezar kir. Daxuyanî ji aliyê endamê meclisê Rakan El Firêh ve li pêşiya qada meclisê ya bajarê Hecînê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hat kirin ku hikumeta Şamê hewl dan bi rêya derxistina fîtneyan desthilatiya xwe bidomînin û xêr û bêra welat talan bikin.

Meclisê got: "Em soz didin ku em ê têkoşîna li hemberî hemû cûreyên zulm û desthilatdariyê bidomînin û projeya xwe ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk biparêzin."

REQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jnjTQg-gUxo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Meclisa Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê jî daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê berdevkê partiyê Muwefeq El Ehmed ve û bi beşdariya endamên partiyê, Meclisa Rûspiyan, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Sivîl a Reqayê li navenda partiyê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Serhildana 12'ê Adarê ya Qamişlo derbeyeke giran li pergala qirker a Şamê da ku armanca wê derxistina fîtneyan di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de û tunekirina neteweyên din bû.

Di daxuyaniyê de bang li tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê hate kirin ku ʹʹBi xebateke hevbeş guhertinên ber bi demokrasiyê ve pêk bînin da ku hêviyên tevahî gel bi cih werin û sîstema nenavendî were sepandin.ʹʹ

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ʹʹDivê aloziya Sûriyê li gor biryara navneteweyî ya 2254ʹan çareser bibe da ku Sûriyê ji metirsiya parçekirin û dagirkirinê dûr bimîne.ʹʹ

TEBQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TYyQ9fiq2zg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi daxuyaniyekê şehîdîn Serhildana 12ʹê Adarê bi bîr anîn. Daxuyanî li pêşiya avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk bi beşdariya endamên saziyên sivîl hate dayîn  ji aliyê hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê Hind El Elî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hat gotin ʹʹRejîma Baas hewl da cudahiyekê bixe navbera pêkhateyên gelê Sûriyê, lê belê gelê Kurd derbeyeke giran li rejîmê û îstixbarata wê da û hewldanên wan têk birin.ʹʹ

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber siyaset û hişmendiya rejîma Baas Sûriyê gihîştiye vê rewşa xerab.

Di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.

ŞEHBA

Girêdayî heman mijarê, Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonên Efrîn daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê endamên meclisê Emîne Osman û Dilovan Elo ve li pêşiya avahiya meclisê ya navçeya Til Qirah hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Serhildana 12'ê Adarê bingeha şoreşa gel û ruhê berxwedanê bû.

Her wiha bang li rêxistinên mirovî hat kirin ku zilm û qirkirinê bi dawî bikin.

(mh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jNWE6ConFTo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>