Şêniyên Kobanê şehîd Celo Kobanê di çilrojiya wî de bi bîr anî

Şêniyên Kobanê li Goristana Şehîd Dicle ya li başûrê Kobanê merasîma çilrojiya şehîd Celo Kobanê li dar xist.

Şêniyên Kobanê şehîd Celo Kobanê di çilrojiya wî de bi bîr anî
12 adar, 2023   09:02
KOBANÊ

Di merasîma çilrojiya şehîd Mistefa Osman (Celo Kobanê) de, malbata wî, kesayetên neteweyî û şêniyên Kobanê beşdar bûn. Celo Kobanê di encama nexweşiya şekir de li yek nexweşxaneyên Şamê şehîd bû.

Di merasîmê de, kurê têkoşer Celo Kobanê, Mezlûm Osman axivî û got ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan têkoşînê dewam bikin.

Mezlûm Osman wiha domand: "Bavê min ji kesayetên welatparêz, ji welat, gel û doza xwe hez dikir. Bi ruhê xwe yên welatparêzî hezkirina ji gerîla di dilê her kesekî li herêmê de çand."

Merasîm bi diruşmên ′şehîd namirin′ bi dawî bû.

Şehîd Celo Kobanê beşdarî çalakiya mezin a derketina Rêber Abdullah Ocalan ji Bakurê Kurdistanê ber bi Rojava ve bû. Di veguhastina kadroyên tevgera rizgariya Kurdistanê ji Bakurê Kurdistanê de roleke bingehîn lîst. Celo Kobanê di 1997′an de ji aliyê rejîma Baasê ve hate girtin û di îşkenceyeke tund re derbas bû. Piştî derketina ji girtîgehê tenduristiya wan ne baş bû, lê ruxmî wê têkoşîna xwe dewam kir.

(fr)

ANHA