Çeteyên dewleta Tirk hesinên pira Heşargê vekirin

Çeteyên Ehrar El Şerqiye yên dewleta Tirk a dagirker hesinên pira Heşargê ya li Racoyê ku beriya 112 salan hatiye avakirin, vekirin.

Çeteyên dewleta Tirk hesinên pira Heşargê vekirin
11 adar, 2023   10:38
ŞEHBA

Çavkaniyekî taybet ji Efrîna dagirkirî da zanîn ku çeteyên Ehrar El Şerqiye yên dewleta Tirk a dagirker hesinên pira Heşargê ya di navbera navenda Raco û Mîdan Ekbesê yê heman navçeyê de, ku li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê ye vekirin.

Çavkanî diyar kir ku piştî çeteyan hesinên pirê û yên trênê vekirin, birin navendên xwe da ku piştre veguhêzin Tirkiyeyê.

Ev pir sala 1911′an hatiye çêkirin. Pisporên ji Almanyayê ev pir ava kiribû. Dirêjahiya wê 450 metre û bilindbûna wê ji erdê ve 95 metre ye.

(fr)

ANHA