​​​​​​​Hilbijartinên Tirkiyeyê di 14’ê Gulanê de ne

Serokkomarê Tirk Erdogan biryara li ser nûkirina hilbijartinê îmze kir. Li gorî wê, hilbijartin dê di 14'ê Gulanê de pêk were.

​​​​​​​Hilbijartinên Tirkiyeyê di 14’ê Gulanê de ne
10 adar, 2023   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan biryara li ser nûkirina hilbijartinê îmze kir. Li gorî biryarê hilbijartin dê di 14'ê Gulanê de pêk were. Piştî ku biryar li Rojnameya Fermî hate weşandin, dê çav li biryara Desteya Hilbijartinê ya Bilind be.

Desteya Hilbijartinê ya Bilind jî dê îro yan jî sibe bicive û biryarê bide ku hilbijartin di 14'ê Gulanê de bê lidarxistin û hefteya bê careke din kom bibe û bernameya hilbijartinê eşkere bike.

Heke di tûra yekemîn de serokkomar neyê hilbijartin, tûra duyemîn dê di 28'ê Gulanê de pêk bê.