HPG: Leşkerekî Tirk hate cezakirin

HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku ku artêşa Tirk a dagirker êrişî çeperên berxwedanê yên li Çemçoyê kir û di encama bersivdana gerîla de leşkerek Tirk hate cezakirin.

HPG: Leşkerekî Tirk hate cezakirin
10 adar, 2023   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin; “Artêşa Tirk a dagirker êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike.”

Li ser detayên êrîşan jî ev agahî hatin dayîn:

 “Li herêma Zapê;

9′ê Adarê saet di 06:30’î de dagirkeran êrîş birin ser çeperên me yên berxwedanê. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bersiv dan û di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

9′ê Adarê li qada Girê Ortê ya Metînayê, bi droneyên bombebarkirî êrîş li ser hêzên me hate kirin.

9′ê Adarê li qada Girê Ortê ya Metînayê, Girê Amediyê, Girê Bahar û Çemçoyê çeperên me yên berxwedanê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

9′ê Adarê li Qada Girê Ortê ya Metîna û qadên Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 37 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”