Ji sibe ve tevgera balafiran li Balafirgeha Helebê dîsa berdewam dike

Wezareta Veguhestinê ya hikûmeta Şamê ragihand ku Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê dê ji sibe de dîsa karê xwe bidomîne.

Ji sibe ve tevgera balafiran li Balafirgeha Helebê dîsa berdewam dike
9 adar, 2023   18:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Veguhestinê ya hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê da zanîn ku zirarên ku di encama êrişa Îsraîlê de li balafirgehê çêbûne hatin sererastkirin û ji sibe de dê tevgera balafiran berdewam bike, nexasim balafirên alîkariyên navneteweyî yên ji bo xesardîtiyên erdhejê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duşemê piştî vînê şevê Balafirgeha Helebê bi gelek mûşekên îsraîlî hat topbarankirin û di encamê de xisar li balafirgehê bû û tevgera balafiran rawestiya.

(mh/şx)