​​​​​​​Li gel nebarîna baranê rewşa çandiniyê

Nebarîna baranê gefan li çandiniya bejî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Pispor û cotkaran da zanîn ku heke heta hefteyekê baran nebare çandinî dê zirareke mezin bibîne.

​​​​​​​Li gel nebarîna baranê rewşa çandiniyê
10 adar, 2023   01:38
NAVENDA NÛÇEYAN

3 sal e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baran kêm dibare. Zivistan bi dawî bû lê hîna baran têra xwe nebariye. Di zivistanê de tenê di destpêka Sibatê de hinekî baran barî.

Ji Sibatê ve û bi hatina biharê re, baran sekinîn. Ev yek jî gefan li çandiniya bejî dixwe ku pêdiviya wê bi barana sivik heye.

Bi hişkesaliyê re, cotkarên çandiniya bejî dikin, nikarin semadê li berhemên xwe bireşînin. Ji ber ku pêdiviya berheman bi baranên sivik heye, da ku semad bihele û bigihêje rehên berheman.

Girêdayî mijarê, hevserokê Nivîsgeha Kar û Baran a Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Mehran Ehmed got: "Di destpêka mewsima çandiniyê de hinekî baran hebû, lê piştî re qut bû. Di encamê de berhemên bejî sekinîn.”

Ehmed diyar kir ku ji çend hefteyan ve li herêmê baran tune ye û heke heta hefteyekê nebare rewş dê metirsîdar bibe.

Rêveberiya Xweser bi rêya Desteya Çandiniyê ku plana çandiniya bi rûberên avî yên zêdetirî 3 milyon doniman daniye, mazotê ji bo avdanê û semadê dide cotkaran. Mazot û semad li gorî komîteyên çandiniyê û navên cotkarên li gel wan hatine ruxsetkirin, tên dayîn.

Rêveberiya Xweser giştînameyek di 5′ê Adarê de derxist û bihayê toneke semadê Urea bi 630 dolarî diyar kir.  

Li aliyekî din jî pisporê çandiniyê û cotkarê ji Qamişloyê Weysî Wetî got di mewsima niha de gelek tevliheviyên avhewayê çêbûn û baranên piştî pêla seqayê bû sedema sûdwariya baranê û pêvajoya gihaştinê deren gxist û bandoreke mezin li berhemên bejî kir.

Wetî da zanîn ku cotkaran berhemên gulavî mîna kemûn û gijnîşê, her wiha nîsk dereng çandin û piştî seqayê û pileya germahiyê ya guncaw bû. Lê pêdiviya wê bi barana di navbera 150 heta 200 mm heta dawiya mewsimê heye.

Li ser dermanên çandiniyê Wetî wiha pê de çû: "Berhemên avî bi îstiqrar in û piraniya cotkaran berhemên xwe du caran av dane û niha jî amadekariya reşandina dermanan dikin û dest bi avdana sêyemîn dikin."

Wetî destnîşan kir ku pêdiviya mewsima niha bi 5 avdanan heye ku bi ser bikeve û wiha li gotina xwe zêde kir: "Ji lew re divê aliyên têkildarî dayîna mazotê ji bo avdanê, bi paş nexin."

Li herêma Reqayê rewş ji herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne cudatir e, lê pirsgirêka mezin di zeviyên li ser keviyên çemê Firatê de ye, bi taybet dewleta Tirk ava çem kêm kiriye. Bi wê re bandoreke mezin li rewşa çandiniyê ya li wan herêmê dibe.

Li ser mewsima niha, cotkar Casim El Ehmed ê ji gundê Kîsra Efnan ê Reqayê got derengmayîna wan di çinîna garisê zer de hişt ku ew di çandina zivistanê de jî dereng bimînin. El Ehmed got: "Piştî me garis çinî, me dest bi çandina genim kir, lê lawaz bû, ji ber mewsima çandina wê dema wê derbas kir. Zêdetirî 30 rojî ye baran nebariye."

Li gorî pisporên çandiniyê, hin caran bi hatina biharê re pêdiviya çandiniyê bi baranên sivik heye, bi taybet di destpêka Adarê û nîvê Nîsanê de.

(fr)

ANHA