Li ser rêya Şam-Derayê 3 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li ser rêya Şam-Derayê 2 çekdaran ku li motorsîklêtê siwar bûbûn, endamên hêzên hikumeta Şamê hedef girtin. Di encamê de 4 kes mirin ku 3 ji wan endamên hêzên hikumeta Şamê ne.

Li ser rêya Şam-Derayê 3 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin
9 adar, 2023   13:40
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li ser rêya Şam-Derayê 2 çekdaran ku li motorsîklêtê siwar bûbûn, dewriyeyeke hêzên ewlehiya hundirîn a hikumeta Şamê kirin hedef. Piştre her du alî bi hev ketin, di encamê de 3 endamên hêzên hikumeta Şamê û êrişkerek hatin kuştin.

SOHR`ê diyar kir ku êrişkerê hatiya kuştin çeteyekî berê yê Cebhet El Nusra bû.

Li gorî SOHR`ê bi vê daneyê re bîlançoya êrişên li Derayê ji destpêka salê ve pêk hatine bû 87 êriş ku bi rê û rêbazên cuda pêk hatin. Di encamê de 73 kes hatin kuştin; piraniya wan endamên hêzên hikumeta Şamê ne û 2 çekdarên xwecih.

(şx)