Rêveberiya Xweser xwest deriyê Til Koçer dayîm bê vekirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber alîkarîdayîna mexdûrên erdhejê, spasiya xelkê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê kir û daxwaza vekirina deriyê Til Koçer ji bo derbaskirina alîkariyan dubare kir.

Rêveberiya Xweser xwest deriyê Til Koçer dayîm bê vekirin
7 adar, 2023   15:46

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku karwanekî alîkariyên ku xelkê Silêmaniyê ji bo mexdûrên erdhejê şandiye, hatiye wergirtirin û daxuyand ku 4 kamyonên din ji bo derbasbûnê li benda erêkirina hikumeta Iraqê ne.

Daxuyanî li deriyê Til Koçer ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Desteya Kar û Barên Civakî Beha Elî ve hat xwendin.

Beha Elî, ji ber alîkarîdayîna mexdûrên erdhejê spasiya xelê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê kir.

Elî da zanîn ku 25 kamyonên alîkariyan di deriyê Til Koçerê re ketine herêmê û hîna 4 kamyonên din ji bo derbasbûnê li benda erêkirina hikumeta Iraqê ne.

Elî destnîşan kir ku deriyê Til Koçer ê li ser sînorên Sûriye-Iraqê ji destpêka 2020`an de bi Vetoya Çîn û Rûsyayê di Konseya Ewlehiyê ya NY`yê de hat girtin, tenê ji bo derbaskirina vê karwanê alîkariyan hat vekirin û dîsa hat girtin.

Elî bal kişand ku tevî ku gelek kamp li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar dikin, lê derbaskirina alîkariyan di deriyê Til Koçer re tê qedexekirin.

Beha Elî bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku ji bo vekirina deriyê Til Koçer û derbaskirina alîkariyan, bixebitin.

(cx)

ANHA