Li Til Birak û Til Beyderê projeyên xizmetgûzariyê

Komîteya Xizmetguzariyê ya Til Birakê gelek projeyê peydakirina ava vexwarinê pêk anîn û dayîna kehrebeyê bi enerjiya tavê ji stasyon û bîran re aktîf kir. Di heman demê de Şaredariya Gel a Til Beyderê 13 proje danîn ser maseya pêkanînê.

Li Til Birak û Til Beyderê projeyên xizmetgûzariyê
Li Til Birak û Til Beyderê projeyên xizmetgûzariyê
Li Til Birak û Til Beyderê projeyên xizmetgûzariyê
Li Til Birak û Til Beyderê projeyên xizmetgûzariyê
Li Til Birak û Til Beyderê projeyên xizmetgûzariyê
Li Til Birak û Til Beyderê projeyên xizmetgûzariyê
Li Til Birak û Til Beyderê projeyên xizmetgûzariyê
5 adar, 2023   07:12
QAMIŞLO

Bi ketina 2023′yan re Komîteya Xizmetguzariyan a Şaredariya Gel a Til Birakê ya kantona Qamişloyê gelek proje xistin plana xwe ya salane. Yek ji wan projeyan peydakirina ava vexwarinê ye. Di vê çarçoveyê de tîmenê taybet dest bi sererastkirina bîran û firehkirina torên avê kirin.

Endamê rêveberiya Şaredariya Gel a Til Birakê Ednan Kinêhir da zanîn ku ew ji bo havîna ku welatî azarên kêmbûna avê dikişînin, xwe amade dikin.

Kinêhir destnîşan kir ku ji bo peydakirina avê, Şaredariya Gel a Til Birakê û Daîreya Avê gelek proje pêk anîn û got: ʹʹJi wan projeya restorakirina stasyona avê ya Til Azan e ku bi rêya 8 bîrîn sereke  dikeve xizmeta zêdetirî 30 welatiyan. Ji wê zêdetir jî tankerên avê ji Hesekê û Holê avê belav dikin."

Li stasyonê 3 pompên sereke hatin danîn, 4 pompên kevin hatin guhartin, her wiha avahiya stasyonê hate sererastkirin û dîwar ji bo parastina stasyonê hate danîn.

ENERIJIYA TAVÊ JI BO PÊXISTINA BÎR Û DÎNAMOYÊN AVÊ

Di heman demê de Komîteya Xizmetguzariyê depoyeke avê li gundê Hilwe Simêhan sererast kir û li şûna ya kevn yek nû danîn, pompên avê guhartin û bi tabloyên enerjiya tavê ve girêdan. Li gorî Kinêhir ev depo têra 7 hezar welatiyan dike.

Her wiha komîteyê bîra li gundê Cesa bi dînamoyên avê yên nû û enerjiya tavê ji bo dayîna avê ji 3 hezar welatî re sererat kir. Li kêlek wê jî komîteyê enerjiya tavê li bîra gundê Um Qesîr lec kir ku avê bide 3 hezar welatî.

Kinêhir diyar kir ku wan boriyên ′ polyethylene ′ di torên avê yên sereke de bi kar anîne. Ew borî yên xurt in û li hember zexta bilind li ber xwe didin.

HESEKÊ

Di plansaziya îsal a Şaredariya Gel a  bajarokê Til Beyder ê kantona Hesekê de 13 proje hene.

Şaredariya Gel a Til Beyderê di 2022′yan de 6 proje pêk anîn. Ji wan; projeya rêya kanên kevir ên rêya Um Mesamîr, gundê Hemame, Xezne û Xiwêtle, kanên kevir ên gundê Mesiûdiyê, Qasimiyê û projeya rêgarên Debian, Cisir Qasimiyê.

Têkildarî projeyên îsal Hevserokê Şaredariya Gel a Til Beyderê Seyfedîn El Heneş diyar kir ku 13 proje di plansaziya wan a îsal de ne û got: "Di plansaziya me de projeyên sererastkirina rê, pir û, ragar û peyareyên giştî hene. Her wiha projeyên ronîkirinê jî hene. Ji bo pêkanîna van projeyan 59 hezar dolar hatiye veqetandin.ʹʹ

Hevserokê Şaredariya Gel a Til Beyderê Seyfedîn El Heneş pirsgirêkên li pêşiya xebatên şaredariyê bi bîr xistin û got: "48 gund girêdayî Til Beyderê ne, lê tankerên avê kêm in. Tenê 3 tankar avê dighînin van gundan. Şaredarî bi rêya komînan her bermîlek e av bi 500 lîreyên Sûriyeyî avê li şêniyan belav dike."

 (fr)

ANHA