Li Amûdê 2 jinên hostayên cil û bergên kurdî

Meysa Hisên û Celîla Xelîl du jinên bi çêkirina şûhiyan û cilên û bergên folklorî yên kurdî navdar in. Ew bi vî karî hem çand û folklora kurdî diparêzin, hem jî pêdiviyên jinan ên ji bo cejnan pêşwazî dikin.

Li Amûdê 2 jinên hostayên cil û bergên kurdî
5 adar, 2023   00:49
QAMİŞLO-DELÎLA GABAR

Meha Adarê ji bo gelê Kurd û ji bo jinên Kurd bi taybet xwedî girîngiyek cuda ye. Bi taybet 8 û 21`ê Adarê rojên azadî, serhildan û berxwedana li dijî zilm, zordarî, bêmafî û kedxwariyê ne. Di heman demê de ev roj nûbûna xwezayê, xêr û berekatê îfade dikin. Ji lew re wek kevneşopiyekê, gel van rojan di nava rengîniya Biharê de pîroz dike. Bi cil û bergên folklorî yên rengîn, bedewiya jinan bi bedewiya xwezayê re dibe yek.

Bi hatina Biharê re jin ji bo pîrozkirina cejna xwe dest bi amadekariyan dikin, qumaşên rengîn dikirin û kiras û xeftanan jê çêdikin.

/kr/uploads/files/2023/03/04/195250_.webp

Hewesa dayika Meysa Hisên (65) a ji navçeya Amûdê ya Qamişlo ji zarokatiyê de li ser çêkirina şûhiyan heye. Ew li ber destê dayîka xwe fêr dibe û piştre êdî ew bi xwe çêdike. Meysa dibêje ku ew bi vî karî hem sebra xwe tîne, hem çanda kurdewarî diparêze, hem jî dabara mala xwe dike.

Meysa Hisên ji bo çêkirina şûhiyan di rojên cejn û şahiyan de, hestên xwe wiha rave dike: “Bedewiya şûhiyên li ser kiras û xeftanên kurdî li ser bejn û bala jinan, min pir kêfxweş dike. Çanda kurdewarî li ser bejin û bala keç û jinên herêmê xweşikbûnek cuda dide avakirin.”

/kr/uploads/files/2023/03/04/195233_.webp

Celîla Xelîl (53) ku jî ev 20 sal e li Amûdê karê dirûtina cil û bergên kurdî dike. Celîla 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û hezkirina xwe ya ji bo dirûtina cil û bergên kurdî wiha anî ziman: “Jin di 8’ê Adarê û rojên pîrozbahiyan de bi cil û bergên xwe yên rengîn qadên pîrozbahiyan dixemilînin. Ez dirûtina cil û bergên kurdî weke erkekê li ser milê xwe dibînin. Dema diçim qadên pîrozbahiyê û vê bedewî û xweşikiya jinan dibînim, pir kêfa min tê, ez hemî westandina xwe ji bîr dikim.”

(cx)

ANHA