DI SALVEGERA 166`AN A 8`Ê ADARÊ DE 'JIN, JIYAN, AZADÎ'-2

DI SALVEGERA 166`AN A 8`Ê ADARÊ DE 'JIN, JIYAN, AZADÎ'-2
4 adar, 2023   23:35
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Îlham Ehmed bang li hemû jinên Sûriyeyê kir ku di çarçoveya dirûşma “Jin, jiyan azadî” de xwe birêxistin bikin, ji bo xilaskirina Sûriyeyê ji karesata heyî, ji bo pêkanîna aştiyê û demokrasiyê plansaziyekê deynin û têkoşînê geş bikin.

Bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed têkoşîna jinan a li hemberî êrişên li ser nasname û cewherê wê ji ANHAʹyê re nirxand.

Îlham Ehmed got: “Her sal em ji bo 8`ê Adarê plansaziyekê amade dikin ku li gorî vê rojê bike, da ku navarok û cewherê vê rojê rave bikin. Di 8ʹê Adarê de jinan li ber xwe da, li hember hemû cureyên tundiyê, rêbazên derqanûnî û sûcên ku li dijî wê tên kirin, di nav de li dijî madeyên destûrê sekinîn. Gelek sal li ser vê bûyerê re derbas bûn. Her sal ev roj tê bibîranîn da ku raya giştî ya jinan li Sûriyeyê bi taybet bikin yek.”

Îlham bal kişand ser pîrozbaniyên 8ʹê Adarê yên berê û yên dema heyî û wiha domand: “Li ser asta cîhanê ev roj hatibû jibîrkirin. Ji bo wê tu bone yan jî merasîm an jî xwepêşandan li dar nediketin. Lê li ser asta Sûriyeyê rewşeke cuda ye. Tevgera jinan a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir, çalakî û plansaziya ku ji bo vê rojê daniye, ev roj veguherandin roja têkoşîna li hember kiryarên derqanûnî û bêhiqûqî yên li dijî jinan. Em dikarin bêjin ku ev roj ne tenê rojeke ji bo lidarxistina xwepêşandanan yan jî şahiyan e, lê belê roja zêdekirina hişyariyê, mezinkirina têkoşînê û daxwaza mafan e. Di vê çarçoveyê de li ser asta Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgereke jinan heye. Yanî her sal ji ya beriya wê cudatir e.”

Îlham wiha domand: “Em di wê baweriyê de ne ku hewldanên jinan dê di çend salên bê de encamdar bin. Ji bo wê, berdewamî pêwîst e.”

PÊVAJOYEKE GIRÎNG E

Der barê serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku bi dirûşma ʹʹJin, jiyan azadîʹʹ dest pê kiriye de Îlham Ehmed anî ziman ku ev dirûşm herêmeke tenê eleqedar nake, lê belê ji bo hemû jinan e.

Îlham Ehmed da zanîn ku berzkirina vê dirûşmê li Îranê ji bo jinan pêvajoyeke girîng bû û li ser asta navneteweyî, cîhanî û herêmî xwedî bandorek bû. Îlham Ehmed pê de çû: ʹʹEv dirûşme ji bo jinan peyameke pir girîng da. Ev peyam jî banga mafê jiyanê ye, an ku jiyana ku di kesayeta jinan de hatibû kuştin û di encama qanûnên baviksalarî de ku bi rêya destûrê yan jî kevneşopî û urdûadetan de li ser civakê ferz kiriye hatibû tunekirin. Her wiha vê dirûşmê ev peyam da ku jiyan mafê jinan e û jin zêdetirî nîvê civakê ne û nûnertiya civakê bi giştî dikin. Madem jin civak e, jiyan di kesayeta jinan de tê kuştin, ev tê wateya ku divê jin tê bikoşe ji bo ku mafê jiyanê bi dest bixe.”

Têkildarî destnîşan kir ku civaka Îranê  wêneyeke biçûk a civata navneteweyî bi tevahî ye û got: " Çawa jiyan di kuştina jinan de tê kuştin. Yanî dema jin daxwaza mafê jiyanê bike û ji bo wê bi rêya çalakî, hişyarî û rêxistinbûyîna xwe tê bikoşe, ev tê wateya ku ev dirûşm dê li ser asta navneteweyî xwedî bandor be. Jin bi giştî tev li çalakiyên girîng bû ku girêdayî jiyana wan e.”

`JIN PÊŞENGIYA ŞOREŞEKE RASTEQÎN DIKE`

Seroka Desteya Rêveber a MSDʹê Îlham Ehmed balkişand ser bandora têkoşîna jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir û got: “Li ser asta herêmî û xwecih jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî bandor in. Jin pêşengiya şoreşeke demokratîk, şoreşa pêkanîna edalet û wekheviyê dikin. Ne tenê ji bo ku jin û mêr wek hev bin, lê belê divê edaleta di têgîna wekheviyê de hebe.”

Girêdayî serketina hewldanên jinan Îlham Ehmed destnîşan kir ku wan di vê çarçoveyê de li ser astên siyasî, civakî, çandî, aborî û parastinê hewl dan tevahî mafên xwe bi dest bixin, şoreşeke rasteqîn bi rêve birin. Îlham Emed bi domdarî got: “Lê gelo ev şoreş gihaşt asta xwe ya rastîn! Teqez na. Ji ber ku hîna dozên girêk û zihniyeteke desthilatdar hene ku dest daniye ser civakê. Li hember wê jî şoreş û têkoşîn berdewam in. Têkoşîna jinan bandor li ser asta herêmî jî kiriye. Di nav de qada Îranê heye ku tevgereke jinan dest pê kir ku têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandor lê kir. Yanî têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li seranserî cîhanê bûye modelek.”

Li ser asta tevgera jinan di şoreşa Sûriyê de Îlham wiha anî ziman: “Tê zanîn ku şoreş di Adara 2011`an de dest pê kir. Jinan bi awayekî xurt cihê xwe tê de girt. Lê bi demê re, dîsa rola jinan kêm û sînordar bû. Jin ji çarçoveya siyasî, xwepêşandan û daxwaza demokrasî û azadiyê hatin dûrxistin. Her wiha ji navendên biryarê jî hatin dûrxistin. Ev bi giştî bi awayekî neyînî bandor kir. Lê MSD`ê ji jinan re derfet peyda kirin ku rola xwe di cihên biryarê, xêzkirina siyasetê û danîna teşeya saziyan çi li ser asta giştî yan taybet de, bilîze.”

Îlham Ehmed îşaret pê kir ku MSDʹê dema plansaziyek û projeyeke taybet a Sûriyê amade dike, ev tê wê wateyê ku cihekê taybet dide jinan ku rola xwe ya pêşeng di hişyarkirinê û xurtkirinê de di hemû aliyên jiyanê de bilîze.

Îlham Ehmed destnîşan kir ku MSD`ê di vî warî de destkeftiyeke mezin bi dest xistiye, karî wêneyeke rast a teşe û çarçoveya azadiya jinan û wekheviyê di navbera her du zayendan de û cureya demokrasiya ku dixwazin di Sûriye pêşerojê de pêk were, pêşkêş bike.

Îlham Ehmed bang li hemû jinên Sûriyeyê kir ku ʹʹRola xwe ya rasteqîn pêk bînin, pêşengiya siyasetê bikin, çareke din bifikirin çi çêbûye û çawa dikarin bibin xwedî rol. Çawa dikarin moralê bidin gelê Sûriyeyê ji bo ku bi çareseriyê û Sûriyeyeke nû bawer bikin. Eger jin di qada azadiya jinan de destkeftiyekê bi dest bixin, dê vegere çarçoveya xwe ya berê. Yanî xwîna ku hatiye rijandin dê bê wate bimîne.”

XILASKIRINA SÛRIYEYÊ

Îlham îşaret bi vê yekê kir ku dirûşma ʹʹJin jiyan azadîʹʹ, dirûşmeke felsefîk a xwedî wateyeke kûr e û got: "Birêxistinkirina jinan di çarçoveya vê dirûşmê de gelek girîng e. Herî zêde jin tên kuştin. Yanî divê jin rola xwe di sazkirina planên pêşerojê de bilîzin. Pêwîstiya vê jî bi hevgirtin û yekirina jinan û civakê heye. Hezkirina jinan ji hev re û piştgiriya ku didin hev ji bo xabeteke sazûmanî û rêxistinî ya di navbera jinan de gaveke gelek girîng e, ji ber ku erka jinan e ku Sûriyeyê ji karesata xilas bike.ʹʹ

Seroka Desteya Rêveber a MSDʹê Îlam Ehmed bang li jinan kir ku ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê û ji bo xilaskirina Sûriyeyê plansazî amade bikin, bi hev re bifikirin, têkoşîna xwe mezintir bikin û xwe bigihînin hemû jinan û wan bi rêxistin bikin.

(şx)

ANHA