Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê

Li deverên cuda yên Bakur û Rojhilkatê Sûriyeyê bi boneya 8ʹê Adarê semîner hatîn dayîn. Her wiha şandeyeke jinan serdana sazî û kargehan kir û ev bone li wan pîroz kir.

Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
4 adar, 2023   17:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya çalakiyên Roja Jinan a  Cîhanê de ku Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê 28`ê Sibatê bi dirûşma “ Bi jin, jiyan azadî ber bi şoreşa jinan ve” ragihandiye, li Heleb, Minbic û Dêrazorê çalakiyên cihereng hatin lidarxistin.

HELEB

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LUZFvhAXX7Y" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Kongra Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê semînerek li ser dîroka jinan û sedema hilbijartina 8`ê Adarê wekî Roja Jinan a Cîhanê da.

Semîner ji aliyê endama Koordînaysona Kongra Star a Helebê Fehîme Hemo ve hat dayîn. Fehîme Hemo balkişand ser dîroka 8`ê Adarê û diyar kir ku bi saya vîna jina azad a ku her tim li ber xwe dide û tê dikoşe, rastiya jinan û bandora wê li ser şoreşan hate naskirin û jina gihaşt wê rastiyê ku zihniyeta baviksalarî mafên wê binpê kirin.

MINBIC

Li Minbicê jî, endamên Kombûna Jinan a Zenbûya û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê, rêxistinên civaka sivîl, meclisên sivîl, partî, Meclisa Jinan a Sûriyê, Meclisa Leşkerî ya Jinan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Jin, serdana saziyên leşkerî, karkerên di kargehan de kirin û 8`ê Adarê li wan pîroz kir.

Pankart û wêneyên şehîdan li ser otobusa ku şande pê serdana kargehan û saziyan kiriye, hatin daliqandin. Destpêkê şandeyê serdana saziyên leşkerî kir. Şande ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Jinan ve hate pêşwazîkirin. Di serdanê de hate gotin ku dê têkoşîn dewam bike heta rizgarkirina hemû jinan.

Dûre şandeyê serdana kargehên li başûrê bajêr kir. Di nav de kargeha plastîkê, biskîtê. Piştî wê şandeyê berê xwe da kargeha şêraniya helebî ya li naverasta bajêr. 

Di dawiyê de beşdaran dirûşma “Jin, jiyan azadî” berz kir.

DÊRAZOR

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vQf-NYrMV_4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê li bajarokê El Kesra yê rojavayê Dêrazorê, her wiha Komîteya Jinan a bajarokê Sewr ê bakurê Dêrazorê 2 semînerên cuda da.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi beşdariya endamên Kombûna Jinan a Zenbûya, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan semîner li hola Meclisa Herêma Rojava ya bajarokê El Kesra hat dayîn. Di semînerê de cîgira berdevka Meclisa Giştî ya Jinan a partiyê Semîre El Ezîz axivî û ev roj li hemû jinan pîroz kir.

Semîra El Ezîz destnîşan kir ku dîroka 8`ê Adarê tije bûyer û guhertin in ku li ser asta tevgera jinan rû dane û got: "Piştî wê dîrokê êdî jinan nasname, rastî û dîroka xwe nas kirin û nêzîkatiyên şaş der barê têgîna azadiyê de rast kir ku ji aliyê pergala baviksalarî ve hatiye berovajîkirin.ʹʹ

Di semînera li bajarokê Siwer de ji aliyê Komîteya Jinan ve hatiye li darxist, bi giyanê berxwedana jinên têkoşer, 8`ê Adarê li hemû jinan hate pîrozkirin û hate destnîşankirin ku sala 2023`ê dê bibe sala pêkanîna azadiya jinan û Rêber Abdullah Ocalan bi rêya mezinkirina têkoşînê di hemû qadên jiyanê de.

(şx)

ANHA