Êrişên li ser çeperên berxwedanê yên gerîla dewam dikin

HPGʹê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 2 caran bi bombeyên qedexe, 25 caran jî bi obus, tank û çekên giran êrişê çeperên berxwedanê kir.

Êrişên li ser çeperên berxwedanê yên gerîla dewam dikin
4 adar, 2023   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

 “Artêşa Tirk a dagirker li dijî hêzên me bi karanîna teknîka di destê xwe de, bi awayek zêde êrîşên xwe didomîne.

Êrişên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatine kirin, wiha ne;

3ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê 2 caran bi bombeyên qedexe hatine bombekirin.

3 û 4’ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê 25 caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.”