​​​​​​​′Erdhejê hişt jinûve lêkolîn û pîvanên taybet bi avahiyan werin nirxandin′

Endazyarê sivîl û şêwirmend Ehmed El Mihemed da zanîn ku erheja dawî ya li herêmê çêbûye, jinûve nirxandina lêkolînên ku berê li ser herêmê hatine kirin, xistin tevgerê da ku bi pêşdeçûna nû re bibin guncaw û got divê xebat bi rêbazeke analîza dînamîkî-saktroma bersivdan û pabendbûna şertan, li gorî erdhejan, were kirin.

​​​​​​​′Erdhejê hişt jinûve lêkolîn û pîvanên taybet bi avahiyan werin nirxandin′
2 adar, 2023   00:43
REQA-CUMA MIHEMED

Erdheja li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye çêbûye û gelek herêmên Sûriyeyê pê bandor bûne bû sedema axaftina li ser mekanîzmeya avakirina avahiyan û asta berxwedana wan li hermber erdhejan.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku Rêveberiya Xweser herêmê bi rê ve dibe, xebat bi awayekî cidî li ser jinûve nirxandina rewşê li gorî pêşdeçûnên nû tên kirin. Ew jî ji ber erdheja 6′ê Sibatê ya li herêmê bûye, pêk tê.

′PISPOR ÇI DIBÊJIN′

/kr/uploads/files/2023/03/01/204009_-.webp

Endazyarê sivîl û şermend Ehmed El Mihemed ku ji 1990′ê karê endazyariyê dike û endamê Yekitiya Endazyaran a Reqayê ye got: "Lêkolîna erdhejî ya çêbûye û nexşeya erdhejê ya hatiye nexşekirin ji data û agahiyên 475 salan e. Nexşeya erdhejê li ser bingeha wê hate xêzkirin, pîvanên herêmê hatin dayîn, ax hate danîn û lêkolîna avahiyan li ser wan bingehan hatin kirin. Piranî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikevin herêma A ku ji hêmana erdhejê hatiye girtin û tê de G, 0, 25 heye."

Li gorî El Mihemed, ger erdhejek li herêmê çêbe pileya wê 4 derbas nake û li ser vê bingehê lêkolîn li ser herêmê hatiye kirin.

El Mihemed wiha domand: "Lê belê erdheja dawî bi pileya 5 gihaşt herêmê û dema ku hin caran 30 çirke û kêm wê ye, gihaşt 90 çirkeyî. Ev nîşaneyek e ku tabela ev herêm li ser e di aliyê erdhejê de çalak e. Erdheja dawî jî hişt ku em ji nû ve tevahî herêmê binirxînin û li gel me du pirsgirêk hene. Ya yekemîn, jinûve nirxandina hêmanên nirxandina bingehîn di lêkolînan de ji ber encama datayên nû. Divê em li ser vê mijarê bi Rêveberiya Xweser û tevgerên civaka sivîl re yên bi nûnertiya Yekitiya Endazyaran li her herêmekê hevkariyê bikin."

Li gorî El Mihemed, ev tê wateyê ku dê jinûve nirxandina lêkolînên berê yên li ser herêmê hatine kirin, bên kirin. Bi wê re di her projeyeke avakirinê ya nû de divê pîvanên wê ji yên berê cudatir bin.

Endazyar Ehmed El Mihemed li ser vê xalê wiha got: "Me berê rêbaza yekem a statîk dixwend û ew xwedî komek şert in, lê têrê nakin. Ji ber wê me xebata li ser wê sekinand û ji piştî 2013′yan ve me xebat li ser rêbaza duyemîn a statîk meşand. Dûre rêbaza analîza dînamîkî-spektroma bersivdanê hat. Em ji her hevalên xwe yên endazyar û pîşesaz dixwazin ku lêkolînên wan li ser van şertan û rêbaza lêkolînkirina avahiyan têrker be, da ku li hember erdhejê li ber xwe bidin û parastina welatiyan bê kirin."

Rêbaza analîza spektroma bersivdanê tê bikaranîn û ew ji rêbaza analîza dînamîkî ye û bi awayekî bingehîn di analîzkirina avahiyan de li gorî dîzyankirina erdhejê bi kar tê. Armanc ji wê binesazî li gorî erdhejê bê dîzaynkirin.

El Mihemed ku yek ji endazyarên di vê dawiyê de di karên bersivdana bandora erdheja dawî de çalak e, wiha pê de çû: "Desteya şaredariyan dê giştînameyekê derxist û li ser vê yekê bi hevkariya Yekitiya Endazyaran re dixebite, da ku rêbaz, muzakereyên hesabkirin û planên pêkanînê jjib oavahiyan ku li hember erdhejê li ber xwe bidin, deynin."

El Mihemed destnîşan kir ku divê avahî ji hev cuda bin. Ji ber ku dema avahî nêzî hev bin û yek ji ber erdhejê hilweşe ya din jî hildiweşe û piranî avahî ji ber wê hilweşîn û wiha lê zêde kir: "Divê ev şer neçarî be û ji erka şaredariyên her herêmekê ye."

Her wiha El Mihemed ev tişt anî ziman: "Divê karta nirxandina her avahiyeke berê hebe ku ew jî berpirsiyarî, şêweya pêkanîn, şêweya avakirinê, ka li hember erdhejê li ber xwe dide yan na, hebe. Ji wê zêdetir jî divê tabloya rênîşanan di dema erdhejan de hebe ku welatî bi ku ve biçin û çawa tedbîran bigirin. Ev nirxandin pîvanên wê avahiyê dide ka gelo li ber xwe didin an na?Rêjeya berxwedanê çawa ye? Pêdiviya wê bi xurtbûyînê heye yan na? Her projeyek an jî avahiyek xwedî projeyeke taybet e û divê xebat li ser vê mijarê ji aliyê komîteyan ve bi rêya Yekitiya Endazyaran û şaredariyan bên kirin, da ku bi van mijaran rabin."

El Mihemed îşaret bi pirsgirêkeke din kir û ev tişt got: "Ew pirsgirêk jî di dema temamkirina avahiyê de derdikeve û dema li gorî erdhejan nehatibe lêkolînkirin. Dibe ku binesazî li gorî erdhejê baş hatibe lêkolînkirin, lê di ketina keviran de welatî dibin qurban. Ev tedbîrên biçûk bi rêya xebateke hevgirtî, di navbera endazyar, mutehid, pîşezan de pêk tê û divê di dema lêkolînkirina nexşeya avahiyan û pêkanîna wê bi awayekî dirust de ber çav were girtin û pêkanîn ne berovajî lêkolînan be."

′RÊVEBERIYA XWESER AVAHIYÊN HATINE LÊKIRIN, JI NÛ VE DINIRXÎNE′

Endazyar Ehmed El Mihemed li ser gavên ku Rêveberiya Xweser ji bo bersivdana erdhejê û bandorên wê axivî û wiha got: "Rêveberiya Xweser bi rêya avakirina komîteyan, avahî keşf kirin, rewş û zirarên pê bûne nirxandin. Komîte li hev kom bûn, plan û mekanîzmeya xebatê danîn. Me pirsgirêkên rasteqîn û zirar dîtin, da ku jinûve nirxandin bên kirin, hin avahî hatin girtin û bikaranîna hin avahiyan jî heta tedbîrên kûr werin kirin, hatin taloqkirin. Di encamê de pirsgirêk derket û divê ked ji bo çareserkirina jinûve nirxandina avahiyên hatine lêkirin werin dayîn, jinûve şertên werin danîn, da ku avahî bi awayekî baş li gorî herêmê werin lêkirin."

Ehmed El Mihemed wiha dawî li gotina xwe anî: "Erdhej ji vê herêmê re nîşaneyeke xeternak e û ya yekemîn bi vê hêzê û demê ye. Ji lew re divê em jinûve nirxandinekê bi awayekî rasteqîn û aktîk bikin, da ku welatiyên li herêmê biparêzin. Divê gavên bingehîn û civîn di navbera tevahî beşan de werin lidarxistin."

(fr)

ANHA