ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-03-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-03-2023
1 adar, 2023   23:00

-Di roja duyemîn de, çalakiyên Mîhrîcana 8′emîn a Wêje û Hunera Jinê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişloyê dewam dike. Saet 16:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Sekreterê Giştî yê Partiya Guhartin û Ronasansê ya Sûrî mamoste Mistefa Qelecî semînerekê bi sernavê "Krîza Sûriyeyê, aso û rêbazên çareseriyê" li navenda Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ya li Qamişloyê dide. Saet 18:00′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

-Şêniyên Qamişloyê sersaxiyê ji malbata gerîlaya HPG′ê Raperîn Ehmed re li navenda Şehîd Bawer a Ciwanan a li Dêrikê dixwaze. Saet 10:00′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

-Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinê, navendekê li Reqayê vedike. Saet 11:00′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

- Endazyarê sivîl û şêwirmend Ehmed El Mihemed da zanîn ku erheja dawî ya li herêmê çêbûye, ‎jinûve nirxandina lêkolînên ku berê li ser herêmê hatine kirin, xistin tevgerê da ku bi ‎pêşdeçûna nû re bibin guncaw û got divê xebat bi rêbazeke analîza dînamîkî-saktroma ‎bersivdan û pabendbûna şertan, li gorî erdhejan, were kirin.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

- Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bang li PDK′ê kir ku pêşî li alîkariyên şêniyên Başûrê ‎Kurdistanê û Heyva Sor a Kurdistanî ji Rojava re şandine ku bigihînin mexdûrên erdhejê, negire ‎û bihêle derbas be.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

- Rûspiyên êlên ereb ên Minbicê diyar kirin alîkariya ku êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şandine ji ‎mexdûrên erdhejê‏ ‏re şandine, ne ya yekemîn e‎‏ ‏û got: "Em mîrasa bi salan e. Dewletên ‎mêtinger nikarin xelkê Sûriyeyê ji hev cuda bikin û em ê di çareserkirina krîza Sûriyeyê de bibin ‎yek." ‎‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

- Koçberên li Kampa Girê Spî, bikaranîna dosyaya deriyan di siyasetê de, şermezar kir. Her wiha ‎bang kirin ku mekanîzmayek bê dîtin, ji bo ku alîkariyên mirovî bigihêjin hemû herêmên ‎Sûriyeyê.‎ ‎‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Sibatê de zêdetirî 36 welatî revandin, ji nav wan 7 ‎jin hebûn, zêdetirî 5 hezar dar birîn, cihekî şûnwarî wêran kir. Ji wê zêdetir jî mal û mlikên ‎welatiyan hatin dîzin û talankirin.‎

RAPOR

- Erdheja ku li gelek herêmên Sûriyeyê rû daye, azarên aborî û jiyanî yên sûriyan zêde kirin. ‎Ruxmî ku cezayên Amerîkayê heta 180 rojan hatin sivikkirin, lê dîsa jî rewşa sûriyeyan nehate ‎guhertin, nirx bihan e, rewşa jiyanî her ku diçe xerabtir dibe. Li gorî pispor, bazirgan û welatiyan ‎gendeleya di nava saziyên hikumeta Şamê de belav e, sedema bihabûn û rewşa jiyanî ye.‎

ANHA