ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-02-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-02-2023
27 sibat, 2023   23:00

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê merasîmê bîranîna şehîdên meha Sibatê li Goristana Şehîdan li dar dixe. Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê jî merasîmê bîranîna şehîdên meha Sibatê li Goristana Şehîd Dijwar li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Konferansa "Ji Abdullah Ocalan re azadî, li cîhanê aştî û istiqrarʹʹ,  li bajarê Cape Town ê Afrîkaya Başûr dest pê dike. (BI WÊNE).

-Platfroma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 8ʹê Adarê eşkere dike. Daxuyanî li Stada Şehîdên 12ʹê Adarê ya bajarê Qamişlo tê dayîn, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cenazeyê şervanê QSDʹê şehîd Ehmed Mihemed Hisên bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a  Hesekê tê veşartin, saet 12:00ʹan. Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Mihemed Xelîl El Elo li Goristana Şehîdan a li gundê Hikumiyê dispêrin axê, saet 14:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayî Kurdistanê (HRRK) semînerekê li edebiyeta kurdî li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo organize dike. Semîner ji aliyê nivîskar Diya Bihûtî vet ê dayîn, saet  18:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Hesekê û Helebê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û gotin: "Bi azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dê tevahî civakên bindest rizgar bibin.ʹʹ(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber erdhejê zirarên mezin gihaştin dibistanên kantona Şehbayê û 15 dibistan hatin girtin. Çaverêye ku 5 hezar û 500 xwendekar perwerdeya xwe di bin konan de temam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevî ambargoya giran û karesata erdhejê, Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi derfetên pir kêm xebatên xwe didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê cotkaran dest bi çandina sebzeyan kir. Hilberîna vê mewsimê bi awayekî mezin û erênî bandor li sûkên herêmî dike û nirxên sebzeyan kêm dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA