​​​​​​​`Bi azadiya rêber Abdullah Ocalan dê tevahî civakên bindest rizgar bibin`

Şêniyên Hesekê û Helebê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û gotin: "Bi azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dê tevahî civakên bindest rizgar bibin.ʹʹ

​​​​​​​`Bi azadiya rêber Abdullah Ocalan dê tevahî civakên bindest rizgar bibin`
27 sibat, 2023   23:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan 15ʹê Sibata 1999ʹan bi komployeke navneteweyî hat girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin. Dewleta Tirk Rêber Ocalan di girtîgeha Girva Îmraliyê de ragirtiye û bi hinceta "cezayê dîsîpîlînê" tecrîdeke giran li dijî wî ferz kiriye.

Li hemberî tecrîdê û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê hêrs û bertekên gel zêde dibin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê Arîn Mihemed tecrîd şermezar kir got, komploya navneteweyî li dijî tevahî gelên Kurdistanê ye.

Arîn Mihemed got, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erka wan a bingehîn  meşandina kar û têkoşînê ye û wiha domand: “Bi azadiya wî ya fîzîkî re dê tevahî civakên bindest rizgar bibin. Em ê çalakiyên xwe bidomînin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me pêk were."

`KOMPLO LI DIJÎ TEVAHÎ CIVAK Û PÊKHATEYAN E`

Endama Koordînasyona Kongra Star a Hesekê Xalîde Bûtî nerazîbûn nîşanî tecrîdê da û got, komploya navneteweyî li dijî tevahî civakan û pêkhayetan e.

Xalîde Bûtî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan banga azadiya jinan, xilaskirina wan ji hemû cureyên zulmê û zordestiyê dike û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were em ê li qadên azadiyê çalakiyan li dar bixin.”

DAWIYA HEGEMOYA KAPÎTALÎZIMÊ

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mehmûd Cewad diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan banga edalet, wekhevî û azadiyê ji bo hemû gelên cîhanê dike û got, dewletên kapîtalîst, tunebûn û dawîbûna xwe di vî fikrî de dibînin.

Cewad bi domdarî got: ʹʹDewletên kapîtalîst ji bo ku proje û fikrê demokratîk ê Rêber Ocalan tune bikin, komplo li dijî wî pêk anî, ji ber ku ev fikr dê dawiya projeyên wan ên mêtîngeriyê bîne.ʹʹ

Mehmûd Cewad bang li gelên herêmê kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulalh Ocalan têkoşînê mezin bikin. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku yekser destwerdanê bikin û Rêber Abdullah Ocalan azad bikin.

Welatiya bi navê Zelûx Ebdo ya ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê got: “Ji zêdetirî 2 salan ve kes nizane rewşa Rêber Abdullah Ocalan çi ye. Em bi israr in ku agahiyên xweş der barê wî de bibhîzin.”

Zelûx Ebdo bi bîr xist ku CPTʹyê rola xwe li hemberî rêbertî, nexasim a têkildarî mafê hêviyê pêk nayne û wiha berdewam kir: “Heta kengî dê tecrîd berdewam bike. Her sê mehan cezayên li ser wî dubare dikin ji bo ku em serokê xwe nebînin.”

Zelûx Ebdo helwesta CPT`yê şermezar kir û got: “CPTʹyê îdiya parastina mafên girtiyan dike, lê ew berovajî wê ye. Heta niha li hember tecrîdê û cezayên li ser Rêbertî tiştek nekiriye.”

ʹFIKRÊ RÊBER OCALAN BELAV BÛʹ

Welatiya bi navê Newal Mihemed a ji heman taxê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya girankirina tecrîdê û ferzkirina cezayan Rêber Abdullah Ocalan ji gelê wî dûr bixe û got: “Hêdî hêdî dema tecrîdê zêde dikin. Rêbertî ji mafê hevdîtina bi parêzeran û malbatê re bê par dihêlin.”

Newal Mihemed diyar kir ku tevî hemû hewldanên dijmin, lê fikrê Rêber Abdullah Ocalan belav bûye û wiha domand: "Êdî bi milyonan kes xwedî li ramanê Rêbertî derketine û şopdarên rêya wî ne, ji ber wê dewleta Tirk sûdê ji tecrîdê nagire.ʹʹ

`BI ISRAR IN AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER ABDULLAH OCALAN PÊK BÎNIN`

Welatiya bi navê Ezîme Qasim jî wiha anî ziman: “Em bi israr in ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin. Em ê banga azadiya wî bikin heta ku wî ji girtîgehê azad bikin.”

Di dawiyê de Ezîme Qasim diyar kir ku mafê hemû girtiyan heye malbat û parêzerên xwe bibînin û got: "Dewleta Tirk dizane çiqas fikrê Rêber Abdullah Ocalan bandor li gelan dike, ji ber vê yekê  hevdîtinên bi parêzeran û malbatê re qedexe dike.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-cjvCO1STnw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>