Cenazeyê Hemze Kobanê hat veşartin û şehîd Aljîn hat bibîranîn

​​​​​​​Cenazeyê endamê Komîteya Aborî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê (Mihemed Yildirim) Hemze Kobanê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle hat veşartin. Di merasîmê de gerîlaya şehîd Nûjîn Kobanê hat bibîranîn.

Cenazeyê Hemze Kobanê hat veşartin û şehîd Aljîn hat bibîranîn
Cenazeyê Hemze Kobanê hat veşartin û şehîd Aljîn hat bibîranîn
Cenazeyê Hemze Kobanê hat veşartin û şehîd Aljîn hat bibîranîn
Cenazeyê Hemze Kobanê hat veşartin û şehîd Aljîn hat bibîranîn
Cenazeyê Hemze Kobanê hat veşartin û şehîd Aljîn hat bibîranîn
Cenazeyê Hemze Kobanê hat veşartin û şehîd Aljîn hat bibîranîn
27 sibat, 2023   13:58
KOBANÊ

Endamê Komîteya Aborî ya Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Yildirim (Hemze Kobanê) 24ʹê Sibatê di êrişa bombeyî ya MÎTʹê ya li dijî erebeyekê de li herêma Şiqêf a taxa Şêxmeqsûd a Helebê şehîd bû. Cenazeyê  şehîd Hemze Kobanê bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hat veşartin. Di merasîmê de şervana YPJʹê Aljîn Ehmed (Nûjîn Kobanê) ya ku sala 2014ʹan li bajarê Kobanê şehîd bibû, hat bibîranîn.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û got: "Wekî dayikên li Rojava em îro lehengekî oxir dikin ku rola wî di sekna li hemberî şerê taybet de girîng bû. Heta dilopa dawî ya xwîna li laşê me de hebe em ê li hemberî planên wan bisekinin. Em ê qedera reş a ku hewl didin ji me re diyar bikin biguherin. Şehîdên me meşale ne rêya me ronî dikin. Em ji her kesên ku difikirin xaka me dagir bikin re dibêjin dev ji van fikiran berdin. Serkeftin wê para me û binkftin wê para we be."

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto bal kişand ser rola şehîdan û got: "Şehîd rastiya me ne. Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe ev rastî ji me re diyar kiriye. Şehîd têkoşerên rasteqîn in ku layiqê rêzgirtinê ne.Şerê ku îro tê kirin, şerê hebûn û tunebûnê ye, şerê azadiyê yê li hember zordariyê ye. Bi kurtahî ev şer şerê cîhanê yê sêyemîn e. Bi hemû rêbazan şerê me dikin û têkoşerên me dikin hedef da ku edalet pêk neyê. Lê şaş in, yên ku ji dibistana Rêber Abdulla Ocalan derçûne çogdanînê nas nakin."

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mihemed Receb jî beşdarî merasîmê bû, diyar kir ku bi saya şehîdan herêma ewle bûye û got: "Dewleta Tirk û alîgirên wê wê nikaribin projeya demokratîk a li herêmê têk bibin.

Piştre wesîqeyên şehîd Hemze Kobanê û Nûjîn Kobanê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîd Hemze Kobanê bi dirûşman hat veşartin.

(bb)

ANHA