Li Derayê di êrişa çekdarên nenas de kesek hat kuştin

Li gundewarê rojavayê Derayê du kesên ji heman malbatê rastî êrişa çekdarên nenas hatin. Di encamê de kesek hat kuştin, yek jî birîndar bû.

Li Derayê di êrişa çekdarên nenas de kesek hat kuştin
26 sibat, 2023   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li ser rêya Elan a gundewarê rojavayê Derayê çekdarên nenas gule li du kesên ji heman malbatê reşandin, di encamê de kesek hat kuştin, yê din jî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.

SOHR`ê da zanîn ku kesên rastî êrişê hatine, ji gundê Hêt ê rojavayê Derayê ne û ne girêdayî tu aliyên leşkerî yan ewlehiyê ne.

Di nav de Dera, li seranserê herêmên serweriya hikumeta Şamê rewşa ewlehiyê xirab e.

Li gorî daneyên SOHR`ê, ji destpêka îsal de li Derayê 70 êriş bi rêbazên cuda pêk hatine, di encamê de 52 kes hatine kuştin, ku piraniya wan welatî, endamên hêzên hikumeta Şamê, hêzên wê yên ewlekariyê û alîgirên wê ne.

(cx)