Ji ber bendavên Tirkiyeyê ava Dîcleyê jî ziwa dibe

Piştî çemê Firatê, çemê Dîcleyê jî ku yek ji mezintirîn çemên li Rojhilata Navîn e, ji ber siyasetên dewleta Tirk a dagirker ziwa dibe.

Ji ber bendavên Tirkiyeyê ava Dîcleyê jî ziwa dibe
26 sibat, 2023   07:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvanên medyayê yên iraqî dîmen û wêneyên çemê Dîcleyê ji parêzgeha Meysan a başûrê Iraqê belav kirin. Di wêneyan de diyar dibe ku çem ziwa bûye. Çem ji ber gelek sedeman ziwa bûye. Sedema sereke jî Bendava Ilisu ku dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê nû ava kiriye ye.

Li hember nêzîkatiya dewleta Tirk a dagirker di mijara ava çemê Dîcleyê de, di nava gelek aliyê siyasî yên Iraqê de bertek derketin. Hejmareke parlamenteran bang kir ku li ser vê yekê bersiva dewleta Tirk bê dayîn û nehêlin ku ew bi damara jiyanê ya li Iraqê bilîze.

Beriya çend rojan Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê bi daxuyaniyeke fermî, nûçe û gotegotên li ser berdana mîqdarên mezin ji avê ber bi xaka Iraqê ve piştî erdhejê, derewandin û da zanîn ku çemê Dîcleyê di qonaxa herî krêt re derbas dibe.

Dewleta Tirk bi rêya Bendava Ilisu, ava çemê Dîcleyê, bi rêya Bendava Ataturk jî ev zêdetirî du sal in ava çemê Firatê, bernade.

Pisporên jeolojiyê diyar kirin ku yek ji sedemên erdheja wêranker a li Bakurê Kurdistanê, herêmên Tirkiyeyê û Sûriyeyê çêbûye, bendavên mezin in yên ku 670 milyar metrekab av li pişt xwe digire. Dewleta Tirk hê jî avê bernade û jiyana bi milyonan mirovên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di xeteriyê de dihêle.

Dewleta Tirk çemên di zêdetirî dewletekê re diherikin, di şerê li dijî gelên Sûriye û Iraqê de bi kar tîne û ji beriya 5 salan de bi rêjeya ji sedî 60-70 para herdu welatan ji ava çemên Dîcle û Firatê didize.

(fr/cx)

ANHA