Li Şengalê komxebata ’Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di neteweya demokratîk de ye’

Li Şengalê bi navnîşana ʹʹÇareseriya pirsgirêkên Iraqê di neteweya demokratîk de ye” komxebatek hat lidarxistin.

Li Şengalê komxebata ’Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di neteweya demokratîk de ye’
25 sibat, 2023   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Komxebat li hola Azadî ya navenda Şengalê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hat lidarxistin.

Hejmareke nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, nûnerên komên baweriyan ên ji Başûrê Kurdistanê û bajarên Iraqê, partiyên siyasî, meclisên gel ên Şengalê, TAJÊ, Tevgera Ciwanan, PADÊ, rûspiyên civakê û gelek sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser tevlî komxebatê bûne.

Di destpêka komxebatê de Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Xezal Reşo axivî û diyar kir ku derfeta nîqaşkirina çareseriya pirsgirêkan bi perspektîfa neteweya demokratîk derketiye holê.

'DEM DEMA AVAKIRINA YEKÎTIYÊ YE'

Piştre çalakvana siyasî Bûlbûl Cêrrah axivî û piştgiriya xwe bo sîstema neteweya demokratîk li Şengalê anî ziman.

Ji Başûrê Kurdistanê mamoste Kusrarî jî got ew silavên gelên li herêma Kurdistanê bo komxebatê û beşdarvanan tînin û girîngiya xweseriya Şengalê, naskirina statûya bo civaka Êzidî anî ser ziman.

Li ser navê PADÊ Azad Hisên jî nêrîn da û bal kişand ser têkoşîn û daxwaza civaka Şengalê bo pêşerojek xwedî statû û wiha got; ʹʹDem hatiye ku em yekitiya xwe ava bikin, di nava hêzên Iraqê de bi awayekî demokratîk bijîn. Em wekheviyê ji têvahî gelan re dixwazin.

Li ser navê eşîrên Ereban Ebû Sedir jî kêfxweşiya xwe bo beşdarbûna komxebatê anî ziman. Sedir got; “Hêzên derve yên hegemonîk qet dev ji êrişên li ser herêmê bernedane. Ev sîstema heyî têrî vê civakê nedikir ji bo bikaribe xwe bi rê ve bibe, her tim jî siyaseteke taybet li ser vê civakê dihat meşandin. Ji bo vê yekê jî neteweya demokratîk û di heman demê de jî xwe parastin bû xalekî sereke ji bo van gelan, çi Kurd bin, çi Ereb, çi Êzidî. Pêwîst e êdî dewlet siyaseta xwe ya heyî biguhere û li ser esasê neteweya demokratîk ava bike kar bike. Eger miletekê jiyan xwest wê her qeder jê re bibe bersiv.”

Piştre semînera yêkem bi navnîşana “Sîstema Rêveberiya Xweser” ji aliyê Hevserokê PADÊ Hisên Hecî ve hate dayîn. Semînera duyemîn jî ji aliyê Rêveberiya TAJÊ Sûham Dexîl ve hate dayîn. Di her du semîneran de hate destnîşankirin çareseriya pirsgirêkên li Iraqê di sîstema rêveberiya xweser a li ser bingeha neteweya demokratîk de ye.

Piştî semînerê, beşdaran nêrînên xwe parve kirin, hemuyan piştgiriya xwe bo sîstema neteweya demokratîk bilêv kirin.

‘NETEWEYA DEMOKRATÎK ÇARESERIYA YEKANE YE’

Ji aliyê Cîgerê Hevserokê Desteya Rêvebir ya Xweser a Şengalê Azad Hisên ve pênaseya rêveberiya xweser hat kirin: ʹʹDi sala 2014’an de gava Êzidî rû bi rûyê komkujiyekî hatin di wir de ne hêza Iraqê û ne jî ya PDK bi hewara gel ve hatin, yê ku li ber sekinî û parastina vê civakê û gelî kir şagirtên Rêber Apo bûn. Ji bo wê jî pêwîstî hat dîtin ku Rêveberiyeke Xweser were avakirin. Her wiha hêzên parastinê jî werin avakirin. Me tu demî li dijî destur, qanûna Iraqê kar nekiriye. Tişta em dixwazin, rêveberiya xweser jî zerer nade iraqê, yê bihêztir bike. Fikrê rêber Apo pir belav bûye. Bi taybetî ev projeya neteweya demokratîk ya ku Rêber Apo pêşxistiye bû sedem ku di asta dewletan de pirsgirêkên netew-dewlet, civakan bê nîqaşkirin û nîşan da ku yekane rêya çareseriyê sîstema neteweya demokratîk e.”

 ‘BI HEJMAREK KÊM LÊ XEBATÊN MEZIN EM DIKIN’

Hevserokê Desteya Rêveber ya Şengalê Heso Îbrahîm jî wiha got; “Gelê me yê iraqî, Kakaî ji me dipirsiyan gelo em çawa karê xwe dimeşînin. Em dixwazin îro van xebatên meclîsê bînin ser ziman. 27 endamên meclîsê re kar dimeşe. Bi 27 endaman me 15 şaredarî pêşxist, paqijî, xizmetguzarî pêşxist. Îro 13 meclisên tax, bajarokan avabûn û xizmeta civaka xwe dikin, 11 meclisên Êzidiyan hene, 2 jî ya miletê me yê Ereb e. Em dikarin bêjin pêkvejiyan pêşdikeve û avadibe. Şengal aram dibe û yên vegerin jî bila bizanin cihê herî aram, ewle axa wî ye. "

Komxebat bi eleqeyekî mezin heya êvarê berdewam kir û bi nîşandana sînevizyonekê li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bu.