​​​​​​​Alîkariyên ji Silêmaniyê hatine li Şêrawayê tên belavkirin

Alîkariyên xelkê Silêmaniyê ji mexdûrên erdhejê re şandibûn, li navçeya Şêrawa ya Efrînê tên belavkirin.

​​​​​​​Alîkariyên ji Silêmaniyê hatine li Şêrawayê tên belavkirin
​​​​​​​Alîkariyên ji Silêmaniyê hatine li Şêrawayê tên belavkirin
​​​​​​​Alîkariyên ji Silêmaniyê hatine li Şêrawayê tên belavkirin
​​​​​​​Alîkariyên ji Silêmaniyê hatine li Şêrawayê tên belavkirin
​​​​​​​Alîkariyên ji Silêmaniyê hatine li Şêrawayê tên belavkirin
​​​​​​​Alîkariyên ji Silêmaniyê hatine li Şêrawayê tên belavkirin
​​​​​​​Alîkariyên ji Silêmaniyê hatine li Şêrawayê tên belavkirin
25 sibat, 2023   10:17
 ŞEHBA

Heyva Sor a Kurd kursî û gopalên ku di nava alîkariyên bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê de bûn, li kesên astengdar ên li navçeya Şêrawa ya girêdayî kantona Efrîn û Şehbayê belav kirin.

Xelkê Silêmaniyê ji bo alîkariya mexdûrên erdheja 6`ê Sibatê, kampanyaya alîkariyan dabû destpêkirin.

Piştî 5 rojan ji astengkirina hikumeta Şamê, di 21’ê Sibatê de karwanekî alîkariyan ê ji 7 kamyonan pêk dihat ku xelkê Silêmaniyê şandibû, gihaşt kantona Şehbayê. Alîkarî ji madeyên tenduristiyê, şîrê zarokan û madeyên din ên alîkariyan pêk dihat.

(cx)

ANHA