Ji destpêka vê mehê ve li herêmên hikumeta Şamê 13 kes hatin kuştin

SOHR′ê da zanîn ku ji destpêka vê mehê ve li herêmên hikumeta Şamê 13 sûcên qetilkirinê çêbûn.

Ji destpêka vê mehê ve li herêmên hikumeta Şamê 13 kes hatin kuştin
25 sibat, 2023   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka Sibatê ve 13 sûcên qetilkirinê li herêmên hikumeta Şamê pêk hatin. Ew sûc ji ber tundiya malbatî, dizî û hin sedemên din in.

Di meha yekemîn a îsal de li herêmên hikumeta Şamê 35 kes hatin kuştin. Bi wê re ji destpêka îsal ve sûcên qetilkirinê bûn 47.

Ev hejmar, deriyên pirsê li ser sedemên zêdebûna xeternak ji sûcên li van herêman re vedike, ji bilî wê jî ragihandina hikumeta Şamê vê yekê dinixumîne.

(fr)