Li Hewlêr û Nînewayê erd hejiya

Vê berbangê li parêzgeha Nînewayê û parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê erdhej çêbû.

Li Hewlêr û Nînewayê erd hejiya
25 sibat, 2023   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Hemdaniyê ya ser bi bajarê Mûsilê yê parêzgeha Nînewayê ya Iraqê, erd hejiya.

Desteya Avhewa û Erdhejê ya Iraqê ragihand ku li navçeya Hemdaniye ya ser bi Mûsilê ve saet 02:24’an de bi pileya 4.3 û bi kûrahiya 5.8 erdhejek çêbûye.

Erdhej li Hewlêr, Dihok û navçeyên din ên derdora Mûsilê jî hat hîskirin.

(cx)