​​​​​​​Keça Qazî Mihemed koça dawîn kir

Keça pêşengê Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) Qazî Mihemed, Suheyla Qazî li bajarê Bonn ê Almanyayê koça dawîn kir.

​​​​​​​Keça Qazî Mihemed koça dawîn kir
25 sibat, 2023   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Suheyla Qazî di 11’ê Tîrmeha 1941’an de li Mehabadê ji dayik bûye û duh li bajarê Bonn ê Almanyayê koça dawî kir.

Suheyla zaroka pêncemîn a Qazî Mihemed bû, 6 xwişk û birayekî wê hebûn.

Birayê wê Elî Qazî di 11’ê Tîrmeha 2022’yan de wefat kiribû.

(cx)